‘Em ê nehêlin li Hasandînê kana madenê bê çêkirin'

img

AMED - Hat diyarkirin ku 16 sal berê der barê deşta Hasandînê de biryara "pêdivî bi ÇED'ê tune ye" hatiye girtin û fermandarê cendirmeyan yê ku bi rayedarên fîrmayê re hat, gef li gel xwar û got: "Gel bixwaze û nexwaze jî wê ev maden bê avakirin." 

Derket holê ku rapora "Pêdivî bi Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) tune ye" ya projeya madenê ya ku tê xwestin li Zozana Hasandînê ya PAsûr a Amedê bê çêkirin, 16 sal berê hatiye dayîn. 
 
Sekreterê Komîsyona Hawirdor û Hiqûqa Bajêr ya Baroya Amedê Ahmet Înan biryara hatiey dayîn nirxand.
 
‘WÊ TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ BIDOME'
 
Înan diyar kir ku li ser malpera înternetê ya wezaretê nikarin xwe bigihînin biryarê û wiha got: “Li gorî rêziknameya ÇED’ê ger di nava 5 salan de xebatên veberhênanê neyên destpêkirin, ÇED’a hatiye dayîn ne derbasdar e. Ji ber ku gelek faktorên girîng ên wekî germahî, pîvanên baranê û avahiya axê di 16 salan de bi tevahî hatine guhertin. Me berê behsa krîza avhewayê nedikir, lê ev taybetmendî niha bi tevahî hatine guhertin." 
 
Înan diyar kir ku piştî rapora "pêdivî bi rapora ÇED'ê tune ye" divê di nava 5 salan de şîrket dest bi madenê bikira, lê di vî warî de tu hewldan çênebûne. Înan diyar kir ku sedema vê bêperwabûna şîrketê dewlet e ku şîrketan diparêze û got ku wê li dijî vê têkoşîna wan a hqûqê bidome."
 
Înan got: “Odeya Bijîşkan a Amedê, Komeleya Ekolojiyê û TMMOB’ê jî dê tevlî vê dozê bibin. Em bi hemû dînamîkên bajêr re hereket dikin." 
 
WÊ GILÎ BIKIN
 
Înan destnîşan kir ku hevgirtina ji bo Zozan Hasandînê hatiye destpêkirin girîng e û got ku divê ev yek bidome. Înan anî ziman ku ew ê giliyê kesên ku destûrê didin ev biryar bê pêkanîn bikin. 
 
Keyayê Gundê Hêlînê Yaşar Baran jî got: "Qeymeqam û fermandarê cendirmeyan gotin 'Wê xebat bidomin.' Me ji wan re got ku qethiyen em tiştekî wiha qebûl nakin. Lê fermandarê cendirmeyan gef xwarin û got, 'Gel bixwaze û nexwaze jî wê ev maden bê avakirin.' Ger cardin dest bi xebatên madenê bê kirin em ê dîsa li dijî wan rabin. Ger bivê em ê rojê 24 saetan nobedê bigirin."