Bertek nîşanî projeya HES’ê dan: Dixwazin nasnameya Dêrsimê tune bikin

img
ÎZMÎR - Dêrsimiyan diyar kirin ku HES a li ser Çemê Tagarê ya Dêrsimê tê çêkirin hevsengiya xwezayê xerab dike û dewlet hewl dide bi projeyên enerjî û madenan nasnameya kurd-qizilbaşiyê tune bike. 
 
Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF), Platforma Hawirdor û Çandê ya Egeyê (EGEÇEP) û Komeleyên Dêrsimê ya Îzmîrê têkildarî Santrala Hîdroelektrîk (HES) a li ser Çemê Tagar a Dêrsimê tê çêkirin, li Şaxa ÎHD’a Îzmîrê daxuyanî dan. Seroka Komeleya Dêrsimiyan a Menemenê û endama Lijneya Rêveber a DEDEF’ê Gamze Yentur diyar kir ku Geliyê Çemê Tagarê ji hêla gihayan ve pir dewlemend e, gelek berhemên dîrokî li wir hene. 
 
Yentur, da zanîn ku di sala 1961’an de ji bo pêşwazîkirina pêdiviya bi ceyranê li wir projeya HES’ê hate kirin lê bi çêkirina Bendava Kebanê re HES a heyî hat sekinandin. Bi domdarî Yentur diyar kir ku di hezîrana îsal de Şîrketa Anonîm a Wergirtina Xizmetên Îdare Turîzm Înşaet Xurek Pîşesazî û Bazirganiyê ya Erê ji bo mezinkirina kapasîteya HES’ê serî li Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê daye û bêyî ku rapora ÇED’ê were wergirtin, înşaeta HES’ê ya li ser Çemê Tagarê dest pê kiriye. Yentur, got ku li gorî pisporan Çemê Tagarê xwedî taybetmendiyên Parka Neteweyî ye û hewcebû jiyana li wir bihata parastin lê tê tunekirin. Yentur xwest ku tavilê xebatên çêkirina HES’ê ya li ser Çemê Tagarê bê bidawîkirin. 
 
'NASNAMEYA DÊRSIMÊ TUNE DIKIN’
 
Yentur, destnîşan kir ku di salên 90’î de bi rêya şewitandin û valakirina gundan, di salên 2000’î de jî bi rêya bendav û projeyên madenan hewldan heye ku nasnameya Dêrsimê were tunekirin. Yentur, got ku armanca ji van projeyan ew e ku nasnameya kurd-qizilbaşiyê ya Dêrsimê bi destê dewletê bê tunekirin. Yentur, da zanîn ku dê li her deverê li dijî projeyên talankirina ekolojiyê derkevin û têbikoşin.