Kanên madenê yên li Giyadînê jiyana li herêmê tarûmar dikin!

AGIRÎ - Teqemeniyên ji bo xebatên madenê yên li peravên Çemê Mûradê hatine destpêkirin, zirarê didin cureyên endemîk û ji ber toz, harfiyat û xerakirina rêyan bi navê jiyanê tiştek nayê hiştin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku koçberî li wan tê ferzkirin. 

Xebatên madenê yên li gundê Ûlikent, Bilîgana Jorê, Seîd Beg, Mele Qede, Gêdûk, Tendûrek Zeynel û Qîro yên Giyadîna Agiriyê ku li qeraxa Çemê Mûradê ne, hatine destpêkirin, jiyana li herêmê tarûmar kirine. Qada madenê, ji aliyê Koza Holdîngê ji bo lêgerîna li zêran hatiye çêkirin. Li gor rapora ÇED'ê ya qadê li herêmê 218 nebatên cuda, 16 cureyên heywanan û 67 cureyên çûkan hene. Ji nebatên li qadê 7 jê li tu herêmên din tune ne û 3 heb hê jî di lîsteya nebatên kêmpeyda de ne. Hem qada madenê hem jî siyanura ku ji bo zêran tê bikaranîn, habîtata li herêmê bi temamî xera dikin û jiyana li herêmê tarûmar dikin. 
 
BANDOREKE NEYÎNÎ LI ÇANDINÎ Û SEWALVANIYÊ DIKE
 
Şîrket, xebatên xwe yên ji bo lêgerînê didomîne, lê qada madenê ya li derdora 7 gundan hatiye avakirin bandoreke neyînî li jiyana gundiyan dike. Jiyana şêniyên herêmê yên debara xwe bi cotkariyê dikin, ji ber xebatên kolandinê, teqemeniyên ji bo kolandinê tên bikaranîn û rêyên ji aliyê şîrketê ve hatine dagirkirin tarûmar bûye. Her wiha ji ber ku siyanur tê bikaranîn, fikarin şêniyên herêmê zêdetir bûne. 
 
Ji gundê Bilîgana Jorê Gevzî Yuce (42) ji ber xebatên madenê û teqemeniyan tozek zêde radibe û got: "Ji ber tozê em nikarin heywanên xwe biçêrînin. Ev toz, zirarê dide zeviyên me jî. Ev hê destpêk e. Sibê gava ev maden tam dest bi kar bike em ê nikaribin li vir bimînin. Ger siyanür bê bikaranîn, wê ev mirov çi bikin? Çend roj berê şînek me çêbû. Ji ber toza madenê me bi zorê cenazeyê xwe defin kir. Wesayît bêyî destûrê bistînin di nava zeviyên me re diçin. Em nizanin em ê kê giliyê kê bikin. Em dixwazin dawî li vê bê. Em madenê naxwazin. Bi hezaran sal in em li ser vê axê dijîn, lê koçberiyê li me ferz dikin."
 
QEYMEQAMÊ BERÊ GEF LI WAN XWARIYE
 
Ji gundê Ûlîkentê Îlhan Demîr ê 75 salî jî diyar kir ku ji ber ku nehiştine maden bê çêkirin qeymeqamê berê yê Giyadînê û di heman demê de qeyûm Alper Balci gef li wan xwariye û got: "Gava ev maden hat avakirin me gundiyan bertek nişan da. Paşê qeymeqamê berê û qeyûm Alper Balci hat gund û gef li me xwar. Paşê em çûn meqama wî. Balci, li meqama xw ejî gef li me xwar. Paşê hewl dan me bi dîn û meleyan qaneh bikin, lê me got 'Em li vir madenê naxwazin.' Ger ev şîrket siyanurê bi kar bîne, wê ev ji Çemê Mûradê heya Çemê Firat û Gola Hazarê biçe. Ev tenê ne jî bo me, ji bo hemû mirov û candaran talûke ye. Em gundî, vê şîrketa madenê naxwazin. Çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
'MASÎ DIMIRIN'
 
Cemal Demîr ê ku bi çandinî û sewalvaniyê re mijûl dibe, diyar kir ku ava wan a vexwarinê qirêj bûye û got: "Toza madenê heya nava mala me tê. Ava me hingî qirêj bûye, heywanên me bi xwe jî êdî avê venaxwin. Tim dînamît tên teqandin û xaniyên me dihejin. Xebatên me yên ji bo girtina vê madenê bi kêr nayên. Em erseyên xwe nadin. Ji me re dibêjin 'ji vir biçin'. Em ê biçin ku derê? Em bi hezaran sal in li vir dijîn. Masiyên di Çemê Mûradê de her roj dimirin. Em kana madenê li vir naxwazin." 
 
KOÇBERÎ TÊ FERZKIRIN
 
Giyaseddîn Karakaba jî bilêv kir ku ji ber şîrketa madenê koçberî li gundiyan tê ferzkirin û got ku ew ê ji vir necin û li ber xwe bidin. Karakaba destnîşan kir ku ji roja ku şîrketa madenê hatiye vir jiyana wan tarûmar bûye û got: "Ji bo heywanan jî av bi destê me nakeve. Em pir mexdûr in. Hatin bêyî destûr dest danîn ser erden me yên tapokirî. Dema çandiniyê ye lê hê jî me zeviyên xwe ranekirine. Ne berhemdariyek heye e û ne jî ji ber tozê em dikarin karekî bikin. Em wekî şêniyên Ûlîkentê vê rewşê qebûl nakin. Em dixwazin kana madenê bê girtin." 
 
Metîn Erdogan jî bilêv kir ku ew kana madenê naxwazin û bang li her kesî kir ku di vî warî de hestiyar be. 
 
 MA / Hakan Yalçin