Li dijî kesên li ber birîna daran derdiketin êriş hat kirin: Kesek hate kuştin

img
ARTVÎN - Li dijî welatiyên li navçeya Hopayê li dijî birîna daran derdikevin û nobet digirt êrişa çekdarî hat kirin. Di êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. 
 
Ji bo herêma Cankurtaran a navçeya Hopa ya Artvînê weke “Qada mesîreyê” were amadekirin, xebatên birîna daran hatibûn destpêkirin. Xelkê navçeyê jî ji bo nehêlin dar bên birîn, nobet dabûn destpêkirin. Li dijî çalakvanan bi çekan êriş hate kirin. Dema welatiyan hewl didan kemçeyên ketine daristanê bidin sekinandin, Muhammet Ustabaş ê îhaleya projeyê wergirtiye bi çekan êrişî welatiyan kir. 
 
Di êrişê de ji gundiyan Reşît Kîbar, Ersan Koyuncu û Gokhan Koyuncu birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Ji birîndarên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hopayê Reşît Kîbar jiyana xwe ji dest da û tedawiya du kesên din ên ji lingên xwe birîndar bûyîn jî didome. 
 
Xelkê Hopayê piştî bihîstina êrişê herikî ber nexweşxaneyê.