Ji DEM Partiyê sempozyuma ‘Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê’

img
WAN - Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê dê di 7-8’ê îlonê de li Wanê bi dirûşma “Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê” sempozyûmê li dar bixe.  
 
Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê li Wanê di 7-8’ê îlonê de bi serenavê “Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê” sempozyûmê li dar bixe.  
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê têkildarî sempozyûmê li baxçeyê avahiya partiyê ji bo agahdarkirinê daxuyanî da. 
 
Parlamenterên DEM Partiyê, Hevşarêdarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan û endamên Komîsyona Ekolojiyê yên DEM Partiyê tev li bûn. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek, anî ziman ku dê sempozyûmeke dîrokî li dar bixin. 
 
Çîftyurek, bi lêv kir ku di nava salekê de cotkaran berhemên ku di hilberînin nekarîn bifiroşin û wiha got: “Ji bo ji qêrîna karker, kedkar û cotkaran a li kolanan re bibin çareserî me kampanyayek da destpêkirin. Pêşeroj di destê me de ye. Divê em şûna gazinan êdî bêjin ‘em dikarin çi bikin?’. Çare em in, çare gel e, çare cotkar e, ciwan in, jin û şaredarî ne. Bi vê sempozyûmê tişta ku tê hêvîkirin axaftina hemû pirsgirêkan û dîtina rêya çareseriya hevpar e. Ji bo ku em ji krîza çandiniya cotkar û gel a çandiniyê re bibin çareserî em bang li hemû gelê xwe, cotkar û muxatabên sereke yên pirsgirêkê dikin ku beşdarî sempozyumê bibin.”
 
SERENAVÊN SEMPOZYÛMÊ 
 
Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya DEM PartiyÊ Melîsa Tantanê jî têkildarî naveroka sempozyûmê agahî da û diyar kir ku li dijî krîza çandiniyê bi pirsîna pirsa “Em dikarin çi bikin?” bi rê ketine. Tantan, anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkan ew dê di sempozyûmê de bi pispor, sazî, rêveberên herêmî û gel re bên cemhev û di sempozyûmê de serenavên “Polîtîkaya aboriyê ya çandiniyê, di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê” , “Divê li dijî van polîtîkayan çi bikin, çawa bikin” , “Di çandinî û xurekê de pêşerojeke çawa, teşedayîna pêşeroja çandiniyê, avantaj û dezavanta” bên axaftin. 
 
Tantan, bi lêv kir ku roja dawî ya sempozyûmê jî dê çareserî û pêşniyar bên nîqaşkirin û anî ziman ku di encama vê yekê de dê danezana encamê biweşînin.