Li ser Çemê Hêzilê HES'eke din jî tê çêkirin

img
ŞIRNEX- Wê li ser Çemê Hêzilê ku di navçeya Qilebanê re derbas dibe, HES'eke bi hêza 33,247 MWe bê çêkirin. Maliyeta HES'ê 810 milyon lîre ye. Beriya niha li ser Çemê Hêzilê 2 HES'ên din jî hatibûn çêkirin. 
 
Li erdnîgariya Şirnexê texrîbata ekolojîk bi her awayî didome. Li çiyayên Cûdî, Gabar û Katoyê û Herêma Bestayê 4 sal in xweza bênavber tê texrîbkirin. Lêgerîna petrolê û madenan, ocaxên qûmê, projeyên HES'ê û birîna bi hezaran daran erdnîgariyê bênefes hiştiye. 
 
Li navçeya Qilebanê ku tevî gundan nifûsa wê 44 hezar û 924 e, heya niha zêdetirî 10 bendav hatine çêkirin û ve bendav di gundê Hîlal, Ziravik, Nêrweh, Bilih, Kiror û Roboskiyê re derbas dibin. 
 
Şîrketên enerjiyê herî dawî çav berdana Herêma Heftborî ya Çemê Hêzilê ku salê bi hezaran kes tê lê digere, pîknîkê dike. Herêma Heftborî ya girêdayî bajaroka Sêgirkê ya Qilebana Şirnexê bi xwezaya xwe ya bedew tê naskirin. 
 
Wê şîrketa Enerjiyê ya Kaizen li Herêma Heftboriyê Santrala Hîdloelektrîkê (HES) a bi hêza 33,247 MW çêbike. Tê gotin wê ev santral bi 810 milyon TL'yî bê çêkirin. Tê îdiakirin ku Şaredarê Sêgirkê Alîhan Babat ê di hilbijartina 31'ê ADarê de ji Partiya Yenîden Refahê hat hilbijartin û malbata wî îhaleya HES'ê girtiye. Nehat hînkirin ku wê kengî dest bi çêkirina projeyê bê kirin. 
 
Berö ji lı ser Çemê Hêzilê Bendava Silopiya û HES û HES'a bi navê Koma Enerjiyê ya Silopiyayê hatibû çêkirin.