Li Wanê komxebata avê: Çavkanî pêşkeşî sermayeyê tên kirin

WAN - Di komxebata avê ya Komeleya Ekolojiyê ya Wanê de hate destnîşankirin ku çavkaniyên Kurdistanê pêşkeşî sermayeyê tên kirin. 

Komeleya Ekolojiyê ya Wanê (Eko-Der) li Navenda Jiyanê ya Jinan a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê komxebata avê li dar dixe. Gelek nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî komxebatê bûn. Li eywana ku komxebat lê tê lidarxistin pankartên “Av jiyane, jiyanê zuha neke” û “Çerxa avê, azadiya jiyanê ye” hatin daliqandin. 
 
Hevserokê Wan Eko-Derê Bazî Aslan ê di vekirina komxebatê de axivî, wiha got: “Em ê li ser çavkaniyên avê yên li Wanê nîqaşeke berfireh bikin. Em ê piştî komxebatê biryareke girîng bidin. Ev demeke dirêje em dixwazin xebateke wiha bikin û îro jî em dikin.”
 
‘KURDISTAN DI HEDEFA DESTHILATÊ DE YE’ 
 
Yek ji endama dîwana komxebatê Ayşe Mînaz, bal kişand ser talana xwezayê ya li Kurdistanê. Mînaz, bal kişand ku polîtîkayên mêtîngeriyê li dijî xwezayê jî di dewrê de ne û wiha got: “Çavkaniyên xwezayî yên Wanê jî dibin hedefa desthilata sermayeyê. Ev bêyî ku fikrên gelê herêmê bê wergirtin bi tarzekî kolonyalist tê kirin. Niha hemû çavkaniyên dewlemend ên li bajêr pêşkeşî alîgiran tên kirin û bi feraseteke zordestî yekdestî dikin. Van jî weke ‘plana pêşvebirinê’ dikin. Di bin navê ‘plana pêşvebirinê’ de hemû çavkaniyên xwezayî ji holê tên rakirin. Polîtîkayên ku Kurdistanê tune dihesibînin, neçarî koçberiyê dikin hene. Weke li cîhanê li Kurdistanê jî krîzeke ekolojîk heye. Divê zoredestiya desthilat û sermayeyê ya li ser xwezayê bê pûçkirin û nasnameya azad bi xwezaya azad re bînin bahev. Yekane tişta ku li dijî vê pergala mêtînger were kirin berxwedan e. Divê em destûrê nedin ku çavkaniyên bingehîn ên gel pêşkeşî rant û sermayeyê bên kirin.”
 
Komxebat bi awayekî ji çapemeniyê re girtî berdewam dike. Di komxebatê de dê “Duh, îro û sibe ya avê” were nîqaşkirin.