Dêrsimî li dijî talana ekolojîk civiyan

img
ÎZMÎR - Dêrsimiyên li Îzmîrê dijîn li dijî talana ekolojîk civiyan. 
 
Welatiyên dêrsimî yên li Îzmîrê dijîn, li dijî talankirina xwezayê ya li Dêrsimê didome bi pêşengtiya Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dêrsimê li restouranteke bajar hatin gel hev. Di hevdîtinê de taştê hate dayin û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Îzmîrê, hevserokên Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), rêveberên Nûnertiya Herêma Egeyê ya Pîr Sûltan  Abdal û gelek welatî tev li bûn. 
 
Di hevdîtinê de li ser êrişên li dijî xwezaya Dêrsimê nîqaş hatin kirin û Hevseroka Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dêrsimê ya Îzmîrê Medîne Dunya got ku îktîdar ji bo rantê xwezayê û hemû pîroziyên gel talan dike. Dunya, wiha domand: “Me dêrsimiyan li dijî zilmê her tim li kêleka mazluman cih girt. Naxwazim tiştên di nava 20 salan de hatine kirin yek bi yek vebêjim. Di vê serdemê ya herî girîng xwebirêxistinkirin e. Me dît ku ev pergal ne tenê li dijî xwezayê; her wiha dijminatiyê li jin, zarok, ajal, mirov jî dike. Dijminê zimanê me jî ye. Divê em tevek bi hev re li dijî vê zîhniyetê têbikoşin. Kevneşopiya Dêrsimê ew kevneşopiye ku xwe ji xweliya xwe dîsa diafirîne û teslîmbûnê red dike.” 
 
'EM NAHÊLIN ZIYAERETÊN ME BINPÊ BIKIN’ 
 
Hevserokê din Hasan Alî Kiliç jî bal kişand ser talana ekolojîk û ev tişt anî ziman: “Her qadê li ser me dorpêçek heye. Tunebûn, xizanî, wêranî, talan... Xelkê Dêrsimê û dostên wan ji vê rewşê bibandor dibin. Ji her alî ve êrişên ser xwezaya me berdewam in. Ev talan bi HES’an, bendavan, şewatên daristanan berdewam e. Avzêmên Munzurê ji sîtbûnê derxistin. Munzur, Duzgun Baba ziyaretên me ne û em nahêlin hûn binpê bikin. Em dêrsimî ji her kesî bêhtir dixwazin aştiyê vebêjin. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Em zîhniyeta hêj jî qeyûman tayîn dike red dikin. Bi hêviya ku bi saya piştevaniyê rojên xweş bijîn.”