Li Mêrdînê rengên payîzê

MÊRDÎN - Di rojên dawî yên demsala payîzê de xwezaya Mêrdînê bi rengên cur bi cur rê li ber dîmenên rengîn vedikin. 
 
 
Di rojên dawî yên demsala payîzê de Mêrdîn, bi rengên demsalê xemilî. Mêrdîn, bi qasî mekanên dîrokî, bi rengên bihar û payîzê jî tê naskirin. Di van her du demsalan de rawestgeha ewil, herêma Surgucuyê ya di navbera navçeyên Artuklu, Stewr û Şemrexê de ye. Bi rûbarên xwe yên biçûk, bi newalên xwe yên fireh re hemû rengên demsalê li xwe xemilandiye. Pelên darên spîndaran zer bûne, dirîreşkên bi ser rengê gewezê ve û darên simaqê, bi xweşikiya xwe her kesî heyranî xwe dikin. 
 
 
MA / Ahmet Kanbal