Qeyûm av neda: 15 hezar dar hişk bûn!

img

WAN – 15 hezar darên ku ji aliyê Şaredariya Riya Armûşê ya DBP’ê li Çiyayê Erekê hatibûn danîn, ji bêaviyê hişk bûn. Şaredariya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, îdia kir ku ji sedî 10’ê daran hişk bûye û wiha got: “Em ê ji niha û pê ve baldartir bin.” 

Li Wanê, Şaredariya Riya Armûşê ya DBP’î di sala 2016’an de li Çiyayê Erekê 15 hezar dar danîbûn. Lê belê ji ber bêaviyê ev dar hişk bûn. Ji bo hêşînkirina Erekê Komîsyona Ekolojiyê ya KCD’ê û Şaredariya Riya Armûşê ev proje dabûn destpêkirin û hedef ew bû ku di çarçoveya vê projeye de li tevahiya bajêr bi giştî 50 hezar dar bên danîn. Dema proje hat destpêkirin bi demeke kurt re qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, lê belê şaredariyê ne berdewamiya projeye anî û ne jî dar av dan. 
 
‘ME DI 2 SALAN DE 20 HEZAR DAR DANÎN’ 
 
Endamê Meclîsa Şaredariya Riya Armûşê Nebî Kaçak, dest nîşan kir ku li bajarên herêmê bi awayekî sîstematîk xweza tê talankirin. Kaçak, bi bîr xist ku wan beriya qeyûm bên tayînkirin li gelek deverên bajêr dar danîne. Kaçak, got ku darên ku hatine danîn, bi zanebûnî nehatine avdan û wiha got: “Gelê me ji me xwest em projeyeke daran bidin destpêkirin. Me jî hem ji bo ekolojiya xwe hem jî ji bo gelê xwe dest bi xebateke wisa kir. Me xwest em ji bo her welatiyekî darekê daynin û me danî jî. Me di çarçoveya vê projeyê de di nav du salan de 20 hezar dar danîn.” 
 
Kaçak, diyar kir ku bi hincetên “jenerator xerabe ye”, “Mazot tune ye” dar nehatine avdan. Kaçak ev tişt gotin: “Hemû şaredariyên me xebatên baş kirin. Lê belê qeyûmên hatin nikarin daran jî av bidin. Wek hincet dibêjin ‘jenerator xerabe ye’, ‘mazot tune ye’. Dixwazin xwezaya me talan bikin. Qeyûm gelek malên şaredariyê firotin, îjar nikare heqê mazotê peyda bike? Evqas pere bi kude diçe?” 
 
Têkildarî bûyerê me bi Gerînendetiya Park û Baxçeyan re hedvîtin çê kir. Gerînendetiyê derpêş kir ku ji ber qeşayê wan di 1’ê Îlonê de av biriye û wiha got: “Li qada ku hûn behs dikin tenê ji sedî 10’ê daran hişk bûne. Em ê ji niha û pê ve baldartir bin.”