Sûlava Dudenê mêvanên xwe sermest dike

img

ANTALYA – Ji ber sondaja qaçax, avdana zeviyan û kêmasiya baranê di meha Tîrmehê de sedî 50 ava Sûlava Dudenê kêm bû, bi xebata şaredariyê ji miçiqandinê rizgar bû. Bi hatina biharê re pelên ku diweşin, dîmenekî bêhempa dide sûlavê û mêvanên xwe sermest dike.

Sûlava Dudenê ya li herêma Varsakê ya navçeya Kepeza Antalyayê, di salên dawî de cihê seyrangeha tûrîstên xwecîhî û biyanî ye. Sûlava Dudenê ya rojîn qasî 10 kîlometreyî dikeve bakurê navenda bajêr, di nava remzên (simge) Antelyayê de cih digire. Çavkaniya ava sûlavê ji herêma Kirgozê ye, ji 20 metreyan jor de dirije xwarê. Sûlava Dudenê ya jêrîn jî dikeve bintara navenda Plaja Larayê, li aliyê başûrrojhilatê navenda bajêr cih digire û ji 40 metreyî de dirije erdê. Sûlava Dudenê ji hêla gel ve gelekî tê hezkirin û kesên bixwazin biçin seyranê û bi xwezayê re temê derxin, berê xwe didin vê herêmê.
 
AVA WÊ MIRÇIQÎ BÛ LÊ DÎSA ZA
 
Ji ber sontajên qaçax, barana kêm û avdana zeviyan, di meha Tîrmehê de ava sûlavê gelekî kêm bûbû û hatibû ber miçiqandinê, lê Şaredariya Antalyayê dest avêt sûlavê û ew parast. Şaredariya Bajarê Mezin bi rêya teknîka Îdareya ava Bermahî û Ava Antalyayê (ASAT) xebatek bi pêş xist, ji cihê ku sûlav dirijê û gol lê çêbûyî bi rêya pompeyê av da sûlavê û careke din ava wê herikand. Sûlava ji nûve ruh dît bi xwe re der û dor di mehên payîzê de xweşik kir û bû cihê seyrangeha welatiyan.