RES'a Mordoganê cara duyemîn hat betalkirin

img

ÎZMÎR - Projeya Rêjeya Mordoganê ya aydê Ayen Enerjiyê dixwaze li trîbunên bayê yên li Karabukê yê nû zêde bike, rapora "Erênî ya ÇED'ê" cara duyemîn bi daxwaza dadgehê hat rawestandin. Heta niha li herêmê 115 trîbun hatin çikandin.

Demeke tê xwestin li navçeya Karaburunê ya Îzmîrê trîbunên bayê bên çikandin. Projeya Rêjeya Mordoganê ya aydê Ayen Enerjiyê dixwaze li trîbunên bayê yên li Karabukê, yên nû zêde bike, rapora "Erênî ya ÇED'ê" dîsa ji hêla dadgehê ve hat rawestandin. Di sala 2016'an de Wezîrê Bajarvanî û Derûdorê rapora "Erênî ya ÇED'ê" dabû, lê bi biryara dengdanê ev proje ji hêla 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve hat rawestandin, serlêdana duyemîn a li Wezîrê Bajarvanî û Derûdorê hat dayîn û rapora "Erêniyê ya ÇED'ê" hat girtin. Li ser vê şêniyên Yarimadaya Karabukê û ekolojîstan, bi doza 82'yan re di meha Kanûnê ya 2016'an de biryar bir dadgehê.
 
Doza li 6'emîn Dadgeha Îdarî ya Îzmîrê hat dîtin, biryara wezaretê ya duyemîn a "Erênî ya ÇED'ê hat betalkirin. Dadgehê bal kişand ser rapora pêzan û piştî rapor hat lêkolînkirin, biryar hat giritn ji ber ku ev proje ne li gorî xwezaya herêmê û şertên derûdorê ye, biryar betalkirinê da. Dadgehê destnîşan kir ku ji ber tiştên ku hatine diyarkirin, heke di vê çarçoveyê de tevgerîn pêk neyê, dibe ku tiştên telafiya wan nebin derkevin holê û ji ber wê ev li dijî hiqûqê dît û bi dengdana hevbeş biryar hat redkirin.
 
Daxuyaniya li ser navê Konseya Bajêr a Karaburunê û Dozdarên Karaburunê hat dayîn de, hat gotin ku wekî di biryarê de jî hatiye destnîşankirin ev herêm ku sedî 71 dikeve nav qada projeya RES'ê, parastina wê û pêşkêşkirina wê ne pêkan e. Di dawiya daxuyaniyê de biryara wezaretê jî bi fikar hat dîtin û hat diyarkirin ku bi texrîbkirina xwezayê, sewal û jiyana civakî re, pêşeroj tê tunekirin.