Meclîsa Bila Mûnzûr Azad biherike: Çavê xwe ji şewatê re digirin

img
DERSIM - Meclîsa Bila Mûnzûn Azad Biherike, li dijî sersariya rayedaran a şewata daristanên Dersimê û zerar dîtina sewal, dar û nebatên herêmê civîna çapemeniyê pêk anîn. Endamên Meclîsê diyar kirin ku li dijî şewata çavê xwe digirin. 
 
Meclîsa Bila Mûnzûr Azad biherike, li dijî şewata daristanan a di encamê operasyonên leşkerî de derdikeve li Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Sekretara Meclîsê Meral Uç, diyar kir ku her oprasyonên leşkerî zêde dibin şewata daristanan jî zêde dibe. Uç, destnîşan kir ku piştî şewat li Geliyê Pumurê û Parka Neteweyî şewat derket nekaribûn biçin şewata daristanê vemirînin û wiha got: "Şewatê 50 rojan berdewam kir. Midûrê Karê Daristanê bi hinceta Ewlehiyê mudaxalayî daristanê nekir. Tevî israra welatiyan dîsa neçûn şewat venemirandin. Heta niha ji bo şewata daristanan rayedar neketine nava hewldanan. Nêzî 2 mehan şewata daristanê berdewam kir. Lê mixabin mudaxale nekirin. Ji ber şewatê dar şewitîn û gelek cureyên sewalan zerakek mezin dît. 
Erdnîgariya Dersimê ji sedî 18 qada endamîk e. Nêzî hezar û 600 cureyê giha heye. Gelek sewalên ku tenê li vir dijîn hene. Mudaxaleya şewata daristanê û parastina daristan, nebat û sewalên vir erka dewletê ye. Lê mixabin rayedaran çavê xwe ji şewatê re girtiye û hiştiye xweza wêran û talan bibe."
 
Uç, xwest Wezareta Karê Daristan û Avê, der barê mijarê de daxuyaniyê bide î îsahata vê yekê bîne.