Jeotermal dê dar û beran tune bike

img

STENBOL – Serokê Komeleya Dildarên Valîdebagê Arîf Belgîn, anî ziman ku wê lêgerînên sondajê yên ji bo jeotermalê li Dehla Valîdebagê bibe sedema mirina bi hezaran dar û bûneweran. 

Li navçeya Uskudar a Stenbolê, li Dehla Valîdebagê tê xwestin ku ji bo 6 jeotermalan lêgerînên sondajê bên kirin. Serokê Komeleya Dildarên Valîdebagê Arîf Belgîn, anî ziman ku ev projeyeke rantê ye. 
 
‘WÊ GELEK MIROV MEXDÛR BIBIN’ 
 
Belgin, diyar kir ku bêyî xeberê bidin mirovên li Valîdebagê projeyeke wisa hatiye destpêkirin û ev tişt gotin: “Tenê ne li Valîdebagê, li her derê Tirkiyeyê dema tiştek tê kirin xeberê nadin welatiyan. Dema hûn dipirsin jî xweşikî agahiyê nadin. Li vir jî kes bi me neşêwirî.” 
 
Belgin, diyar kir ku dê li Kadikoy û Uskudarê ji aliyê Koma Şîrketên Yedîyolê yên girêdayî Şîrketa Anonîm a Bozyazi Korfezê ne li 19 cihan sondajên ji bo lêgerîna jeotermalê bên lêxistin û ev yek mal û baxçeyên welatiyan jî di xwe de dihebîne. 
 
‘WÊ ZIRAREKE MEZIN BIDE DERDORÊ’ 
 
Belgîn, balê kişand ser zirarên ku dê sondaj bide derdorê û got ku, heke av bê dîtin an jî neyê dîtin dê zirarê bide. Bîlgin, diyar kir ku çimkî di dema sondajê de bi awayekî zêde ax û herî dertê û dema avê bibînin, vê carê jî dê ava bin erdê zuha bibe. Belgîn, dest nîşan kir ku li Valîdebagê bi hezaran dar û bûnewer hene  û lêgerîna sondajê tê wateya kuştina van bûneweran û wiha got: “Qethiyen em li dijî vê yekê ne.” 
 
Belgîn da zanîn ku ew wek Komeleya Dildarên Valîdebagê, der barê “lêgerîna sondajê ya jeoternalê” de mirovan agahdar dikin û ew xebatan bi rê ve dibin. Belgin, got ku ew, Odeya Mîmaran û Odeya Plansazên Bajêr di îstîşareyê de ne û dema ew belgeyan temam bikin ew ê pêvajoya huqûqî bidin destpêkirin. 
 
MA / Muhammet Doğru