Pîleya SÎT'ê hat daxistin, înşaetê dest pê kir

img

ÎZMÎR - Qada li Bornovayê ku wezaretê pîleya SÎT'ê daxist û plana îmarê guherand, her çendî dadgehê betal kir jî înşaeta dibistana taybet dest pê kir.

Herêmên Parastina Xwezayî yên li Îzmîrê pîleya wan a SÎT'ê tê xistin û yek bi yek ji înşaetan re tên pêşkêşkirin. Demên borî li navçeya Çeşmeyê, Herêma SÎT'ê ya Pîleya Yekemîn dereceya wê ya SÎT'ê hat daxistin. Ev herêma ku wekî herêma tesîsên tûrîzmê hatibû îlankirin, Adali Holdîngê li qadê otela 5 stêrkan ava kir. Niha jî li navçeya Bornovayê pîleya SÎT'ê tê daxistin. Herêma ku ji hêla Wezareta Bajarvanî û Derûdorê ve hat guhertin, ruxmê dadgehê plan betal kir jî li herêmê înşaetê dest pê kir. Xebata înşaetê Bahçeşehîr Kolejî bi rêve dibe, derket holê ku tu destûrek jî negirtiye. 5'emîn Dadgeha Îdarî ya Îzmîrê biryar girtibû ku divê li înşaetê bizmar jî neyê lêxistin, lê înşaetê dest pê kir.
 
BI GUHERTINA PLANÊ RE ÎNŞAETÊ DEST PÊ KIR
 
Herêma ku înşaetê dest pê kiriye, li herêma Bademlî ya gundê Karaçama Bornovaya Îzmîrê ye, ev herêm di ketina Çîçeklikoyê de ye û ev herêm Qada SÎT'ê ya Xwezayî ya Pîleya Yekemîn e, avahî li ser 23 hezar û 178 metrekareyî tê avakirin, Wezareta Başarvanî û Derûdorê di sala 2015'an de, di bin navê "Guhertina planê ya parselî" de ev herêm ji mîmarê re vekir. Piştî statuya parastinê hat rakirin, wezaretê di plana îmarê de 1/1000 û 1/5000'î guhertinek ji kir û heta 4 qatan destûra çêkirina avahiyan jî da. Biryara ku Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Şaredariya Bornovayê bê bandor hişt, herêm wekî tesîsa perwerdeya taybet hat îlankirin û hincet jî berjewendiyên cemaweriyê hat nîşandan. Piştî herêm wekî Qada SÎT'ê ya Xwezayî û Pîleya Yekemîn a Herêmê hat nîşandan, nirxandina ji bo xwediyê heq, windahiya heqî hat kirin, parselên ku demên borî di planê de guhertin hatine kirin, tê gotin ku aydê Serokê AKP'a Îzmîrê Rahmî Taştan e.
 
DADGEHÊ BETAL KIR
 
Şaxa Odeya Plansazên Îzmîrê (ŞPO) a girêdayî TMMOB'ê destnîşan kir ku guhertina di plana îmara herêmê de hatiye kirin, li dijî qanûnê ye û di Hezîrana 2016'an de dadgehê biryara wezaretê betal kiriye. Piştî biryara betalkirinê, înşaeta ku dihat xwestin bê çêkirin nehat çêkirin.
 
BEYÎ DESTÛRÊ DEST BI ÎNŞAETÊ KIRIN
 
Lê derket holê ku Bahçeşehîr Kolejî dest bi înşaeta dibistana taybet kiriye. Piştî çêkirina înşaetê hat bihîstin, Şaxa ŞPO'yê ya Îzmîrê, ji Miduryeta Bajarvanî û Derûdorê ya Walîtiya Îzmîrê re nivîs şand û aşkera kir ku der barê parselên mijara gotinê de, 5'emîn Dadgeha Îdarî ya Îzmîrê biryara betalkirinê daye.