Jiyana zindîwerên li dora gola wanê di talûkê de ne

img

WAN – Şaredariya Artemêtanê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, zilên li qeraxa Gola Wanê ne û qada jiyana gelek teyr û çûkan e, tune dike. Endamê Komeleya Xwezayê Can Yenîyûrt wiha got: “Divê êdî em ne ji bo tunekirina xwezayê, ji bo pêşerojeke ku pêdiviya xwezayê bi parastinê tune be bixebitin." 

Ji bo projeyên bajarsaziyê yên nebîrewer, gelek qadên avî yên li derdora Gola Wanê ku ji bo gelek çivîkan malovaniyê dikin tên zuhakirin. Yek ji van qadan jî zilên li Artemêtana Wanê ne. Gelek qadên zilan ên li derdora Gola Wanê ji aliyê qeyûmê tayînî Şaredariya Artemêtanê hat kirin tên tunekirin. Li qadên zilan ên hatin tayînkirin, bi taybetî jî werdekên kovî yên  boçika wan bilind dihebiyan. 
 
Endamê Komeleya Xwezayê Can Yenîyûrt, diyar kir ku înşaatên li dora Gola Wanê tên çêkirin û ji ber bi kevir û axê qeraxa golê tê dagirtin, jiyana bûneweran dikeve talûkeyê. Yenîyûrt got ku zil gurçika qadên avî ne û ev tişt gotin: “Çawa ku gurçik xwîna di canê me de paqij dike, zil jî nahêlin qad qirêjî bibin. Heke qadên zilan kêm bibin wê ev yek bibe sedema qirêjbûyîna qadên avî.” 
 
‘TUNEBÛYÎNA ZILAN TUNEÛYÎNA BÛNEWERAN E’ 
 
Yenîyûrt, dest nîşan kir ku zil di heman demê de qada bûnewerên ku li qadên avî dijîn û wiha domand: “Mînak, masî û çivîkên avî ji bo zayînê, diçin nav zilan û xwe ji nêçîrvanan vedişêrin. Ji bilî vê, qadên zilî ji bo gelê herêmê jî çavkaniya debarê ne. Masî û çivîkên avî hêlînên xwe li qadên zilî çê dikin. Tunekirina zilan, tunekirina hemû bûnewerên ku li vir dijîn.” 
 
'DIVÊ EM JI BO PÊŞEROJÊ BIXEBITIN, NE JI BO TUNEKIRINÊ’ 
 
Yenîyûrt, dest nîşan kir ku divê Tirkiye li gor peymanên navnetewî yên ku îmze kirine tev bigere û demildest dev ji van kirinên xwe berde. Herî dawî Yenîyûrt bang li her kesî kir ku divê di vî warî de bi hesasî tev bigerin û wiha got: “Divê êdî em ji bo pêşerojeke ku pêdiviya xwezayê bi parastinê tune be bixebitin, ne ji bo tunekirina wê.”