‘Êdî bajar li gor piyaseyê tên plankirin’

img

ÎZMÎR – Endama Desteya Rêvebir a Şaxa Plansazên Odeya Bajaran a Îzmîrê Dilek Karabulut, diyar kir ku êdî plansazya bajaran li gor piyasayê tê çêkirin û zarok û jin dibin biyaniyên bajar. 

Li Tirkiyeyê bi bilindkirina blokên betonî rûyê bajaran guheriye û ji bajarvaniyeke ku armanca wê mirov bin dûr ketiye. Endama Desteya Rêvebir a Şaxa Plansazên Odeya Bajaran a Îzmîrê Dilek Karabulut, dest nîşan kir ku êdî plansazya bajaran li gor piyasayê tê çêkirin û bajar ji bo zarok û jinan tên biyanîkirin. 
 
Karabulut, da zanîn ku ji sala 2004’an ve bi derxistina qanûnan re li Tirkiyeyê di bin navê “Veguherandina Bajêr” de li hemû bajaran sektora înşeatê û planên bajaran ên nû hatine çêkirin. Karabulut got ku di sala 2005’an de “veguherandina bajêr” li Sulukuleyê dest pê kiriye û paşê herêmên berfireh hatine rûxandin û parsel bi parsel bi destê TOKÎ’yê hatine avakirin. Karabulut, dest nîşan kir ku dema “veguherandina bajêr nû” dest pê kir ewil tenê jin li hemberî wê têkoşiyan. 
 
‘JINAN DERÎ JIYANA CIVAKÎ DIKE’ 
 
Karabulut, diyar kir ku bajarvanî û planên bajaran beriya her kesî herî zêde bandorê li jiyana jin û zarokan dike û wiha axivî: “Jin bêtir xwedî li mekan derdikevin. Çimkî jin li mekanê ku lê dijîn bêtir pêwendî bi jinên li wê derdor û mekanî dijîn datînin. Ji ber vê bi veguherandinên bajaran hemû pêwendî û têkiliyên jinan vediguherin. Tunekirina qadên raya giştî jinan derî jiyana civakî dike.”
 
‘QADA ÎSTIHDAMÊ YA JINAN TÊ TENGKIRIN’ 
 
Karabulut, diyar kir ku di demên dawî de bi planên bajarsaziyê re qadên îstihdamê yên mirovan û nemaze jî yên jinan hatine tengkirin. Karabulut got ku bi mekanên dêwasa pêwendiya jinan û ciwanan a bi mekan re tê qutkirin. 
 
Karabulut, anî ziman ku bajar li gor plansaziya bajarsaziyê ya piyasayê tên dizaynkirin û herî dawî ev tişt gotin: “Heke avaniya bajarekî bê guherandin û ev yek bi çewisandinên otoriteye bên plankirin, ev nîşan dide ku li wî bajarî çewisandin heye, hin tiştên ku mirov naxwazin hene.  Bikaranîna qadên raya giştî, çêkirina wan hemû dane destê piayaseyê. Îro ev yek di serî de li Stenbol, Enqere û Îzmîrê û hemû bajarên din tê dîtin. Avaniya van bajaran herî zêde bandorê li jinan dikin. Ev yek bi xwe re bajaran bi jin û zarokan dide biyanîkirin.”