Şaredariya Êlihê ji bo tenduristiyê projeya duçerxeyan amade kir

img

ÊLIH – Şaredariya Êlihê, ji bo jiyaneke bisihet û gihaniyeke alternatîf Projeya Duçerxeyên Biaqil temam kir. 

Şaredariya Êlihê, ji bo jiyaneke bisihet û gihaniyeke alternatîf Projeya Duçerxeyên Biaqil temam kir. Ji bo vê projeyê di sala 2013'an de Şaredariya BDP'î li ser Bûlwara Tûrgût Ozalê (Kolana Amedê) rêyeke 6 kîlometreyî ya duçerxeyan çêkiribû. Şaredarî ji bo vê projeyê serî li bernameyên hîbeyî yên Wezareta Çandê da, lê belê daxwaza şaredariyê nehatibû qebûlkirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hatibûkirin xebatên ji bo projeyê dewam kirin, lê belê pêk nehat. Piştî hilbijartina 31'ê Adarê kêmasiyên projeyê hatin temamkirin û bi dirûşmeya "Ji bo tenduristiyê pedalan bigerîne" berpêşî xizmeta gel hat kirin. Li bajêr 96 dubayên duçerxeyan hene û wê bi vê projeyê 55 duçerxe ji bo welatiyan xizmetê bikin. 
 
SAETA WÊ BI LÎREYEKÊ YE 
 
Welatiyên bixwazin duçerxeyê bajonin wê serî li Midûriyeta Xizmetên Gihaniyê bidin û karta "Duçerxeya Min a Baqil a Şaredariya Êlihê (BATBÎS)" bigirin. Fiyet û depozîtoya kartê 20 lîre ye û kesên van kartan digirin li istasyonanên duçerxeyan karta xwe didin xwendin û duçerxeyan kirê dikin. Saeta duçerxeyê lîreyek e. Di dema ajotinê de çi qeza biqewimin û pirsgirêk rû bidin wê komên girêdayî şaredariyê têkevin dewrê. Heta niha ji bo bikaranîna duçerxeyan 200 kesî serî lê daye û 60 ji sedî yê kesên serî lê dane jin in. Eger daxwaza zêde bibin wê hejmara duçerxeyan jî zêde bibe. 
 
'ARMANC JIYANEKE BISIHET E' 
 
Koordînatorê projeyê Mûstafa Elîbol, diyar kir ku her çend projeya wan projeyeke nû be jî eleqeya ji bo wê zêde ye. Elîbol, bilêv kir ku armanca wan jiyaneke bisihet û gihaniyeke alternatîf e û got: "Êlih, ji bo bikaranîna duçerxeyan bajarekî guncan e. Eger daxwaz zêde bibin em difikirin ku li taxa Baglar, Petrolkent, Cûdî, Pazaryerî û taxên din jî îstasyonan ava bikin." 
 
MA / Metin Yoksu