'Av pir e lê ava vexwarinê tune ye’

img

ÎZMÎR – Hikumetê daxuyandibû ku “wê heta sala 2040’î di warê avê de tu pirsgirêk xwe nedin der”. Ekolojîst Erol Çirak got ku ev daxuyanî tenê xeyalî ye. Çirak, anî ziman ku li Tirkiyeyê av heye, lê ji ber qirêjiya ku texrîbata ekolojîk dide der ava vexwarinê tune ye.

Li cîhanê û Tirkiyeyê ji ber zêdebûna gelheyê, germbûna kûrewî û zuhabûnê daxwaza ji bo avê zêde dibe û her wiha her diçe jêderên ava şîrîn jî kêm dibin. Li gor lêkolîn û texmînan, her çi qas Tirkiye welatekî ku sê hawirdorê wê bi avê dorpêçkirî bin jî, di nav welatên ku bi pirsgirêkên avê re rû bi rû ne de cih digire. Çend roj berê Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mehmet Ozhasekî qesda Îzmîr, Enqere û Stenbolê kir û gotibû “Li van her sê bajarên mezin têra xwe av heye”. Ekolojîst Erol Çirak van gotinên Ozhasekî nirxandin. 
 
Çirak, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê têra xwe av heye, lê belê ji ber qirêjiya ku texrîbatên ekolojîk didin der ava vexwarinê nemaye. Çirak balê kişand ser daxuyaniyên rayedarên dewletê yên “wê heta sala 2040’î di warê avê de tu pirsgirêk xwe nedin der” û got ku ev daxuyanî ji sêwirînê pêvtir ne tu tişt in. Çirak, diyar kir ku ji ber germbûna kûrewî li tevahiya cîhanê pirsgirêka avê heye, lê ji ber qirêjiya pîşesaziyê qirêjiya bermayiyî xwe dide der. 
 
'JÊDERÊN AVÊ YÊN ÎZMÎRÊ TÊRA BAJÊR NAKIN’ 
 
Çirak, diyar kir ku jixwe jêderên ava şîrîn kêm in, lê belê bi van sepandinan re tam kêm bûne. Çirak anî ziman ku jêderên avê yên Îzmîrê têra bajêr nakin û wiha got: “Ta ji Gordesa ku 120 kîlometre dûrî Îzmîrê ava vexwarinê tê bajêr. Çima? Qey jêderên Îzmîrê têra wê nakin? A rast heke jêderên Îzmîrê rast bên bikaranîn bi awayekî qismî be jî dê têr bike, lê belê qirêjiya pîşesaziyê û bajarsaziya çelexwarî derdorê texrîb dikin û jêderên me yên avê yên herî xwezayî jî ji holê radikin.” 
 
Çirak, diyar kir ku fabrîkayên li bajêr avê qirêjî dikin. Çirak dest nîşan kir ku li Îzmîrê avahîsaziyeke endustriyî ku behrê, jiyana biyolojîk û jêderên avê tune dike hene. Çirak, got ku destûrdayîna çêkirina santralên termîkê yên nû dibe sedema kêmbûna jêderên ava şîrîn. Çirak, dest nîşan kir ku raporên “ÇED erênî ne” dibe sedema zêdebûna pirsgirêka avê. Çirak anî ziman ku feraseta sala 2040’î a hikûmeta heyî bi temamî tezat e û wiha got: “Li Tirkiyeyê li tu kuçeyê kaniyeke ku ava şîrîn jê diherike nemaye. Ji kaniyên ku Osmanî çê kirine av naherike. Çimkî ne pirsgirêka avê, qezenc, kar li pêş e!”
 
'HERÊMA EGE Û BEHRA SPÎ QEDIYAN’ 
 
Çirak dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê di warê hebûna çavkaniyên avê de tu pirsgirêk tune ye û ev tişt gotin: “Av pir e, lê jehrî ye. Texrîbata xwezayî zêde ye, lê ava vexwarinê tune ye. Daristan tên tunekirin. Daristanên me yên ku barînê dikêşin hatin şewitandin. Herêma me ya herî zêde baran lê dibare herêma Behra Reş e. Lê di 10 salên dawî de ji sedî 33 barîn kêm bûye. Ji ber şewatên daristanan ên her sal herêma Ege û Behra Spî qediyan. Daristaneke ku barînê bikêşe tune ye. HES, JES û santralên termîk ava vexwarinê, daristan qedandin.” 
 
MA / Rûken Demîr