Destûra HES'ê ya li ser Çemê Kolikê çawa hat girtin?

img

SEMSÛR - Tê xwestin ku li ser Çemê Kolikê HES'ê ava bikin. Serokê Federasyona Komeleyên Kolikê Alî Yucel diyar kir ku ev li dijî qanûnê ye û ev tişt got: "Li wezîran geriya ne, li wekîlan geriya ne û çawa bûye em nizanin."

Santrala Hîdroelektrîkê (HES) ya ku dixwazin li ser Çemê Kolikê ava bikin, di serî de li gundên wekî Hopak, Terpal, Bervedul, Berazî, Postîn, Kergureg, Kîlîsîk û Askerenê, dê bandoreke xirab li ser hemû gundên der û dorê bike û dê jiyana bi sedhezaran mirovên li navçeya Kolikê ya Semsûrê dijîn, bixe bin xetereyê. Projeya HES'ê ya ku navê Karakuş lê kirine, îhaleya wê dane Murat Enerjî Elektrîk Uretîm Tîcaret A.Ş'yê. Hat diyarkirin ku destûrên ji Miduryeta Herêmî û Bajêr a Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê, Miduryeta Bajêr a Derûdorê, Miduryeta Muzeyan hatine girtin, hemû ji derveyê qanûnê hatine girtin. Parêzer û Serokê Federasyona Komeleyên Kolikê Alî Yucel, diyar kir ku têkoşîna ku ew didin, dê dadgeh sedî sed vê projeyê betal bike. Yucel destnîşan kir ku welatiyên li ber çem dijîn, aşkera kirine ku ev proje bandoreke xirab li ser jiyana wan dike û dixwazin ev proje bê betalkirin.
 
Yucel da zanîn ku ji bo projeya HES'ê bê betalkirin, wan 3 doz vekirine û wiha got: "Mijara doza yekemîn 'Çima ÇED ne pêwîst e', me serî li Dadgeha Îdarî ya Semsûrê da, ji ber ku ev herêm di nav qadên parkên neteweyî de cih digirin û destûra ji bo projeyê li dijî qanûnan e, doza 2'yemîn li 15'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê der barê Wezareta Karên Avê û Daristanan de hat vekirin û doza 3'yemîn jî der barê Wezareta Başbûnê de li 17'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê hat vekirin. Ev doz der barê plana bendava li ser Çemê Kolikê ya di çarçoveya plana GAP'ê de di salên 1989, 2002, 2008 û 2014'an de hatiye çêkirin de ye."
 
‘NÊRÎNÊN NE AYDÊ QANÛNÊ NE’
 
Yucel aşkera kir ku ew bi 18 komele û 28 şêniyên gundan re li dijî projeya HES'ê tê dikoşin û da zanîn ku li vê qadê çêkirina HES'ê ne guncav e. Yucel destnîşan kir ku li vê qada hem mirov û hem jî gelek zindî lê dijîn, li vir HES bê avakirin, dê dê jiyana li herêmê gelekî pê bandor bibe û ev proje li dijî qanûnê dît. Yucel got ku "Ev ne nêrînên aydê qanûnê ne" û xwest dest ji vê projeyê berdin. Yucel bal kişand ser OHAL'ê jî û diyar kir ku di çarçoveya OHAL'ê de dixwazin vê projeyê pêk bînin û piştrast kir ku dozên der barê "Pêwîstî bi ÇED'ê tune" jî dewam dikin.
 
Yucel piştrast kir ku li herêmê 2 bîrên Turkiye Petrollerî hene û wiha pê de çû: "Ji bo projeyê destûr ji wan xwestine, wan jî bersiva 'Me ev der bi 99 salan re kirê kiriye. Em jî saziyeke enerjiyê ne' dane wan û hêj destûr nedane. Hêj destûra şirketê bi dawî nebûye, tên li vê herêmê dixebitin û gel hêrs dikin."
 
‘ŞAREDARIYA KOLIKÊ JÎ BÛ MUDAXÎLÊ DOZÊ’
 
Yucel anî ziman ku Şaredariya Kolkê jî bûye mudaxîlê dozê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şaredariya Kolikê aşkera kir ku li herêmê 10 bîrên avê hene. Bi salan e pirsgirêka avê ya Kolikê dewam dike. Sedî 60'ê ava Kolikê ji vê herêmê tê. Heke ev av biqede, dê bîrên avê zuha bibin. Ji ber vê jî Şaredariya Kolikê nexwest HES li wir çêbe û bû mudaxîlê dozê."
 
‘EM NAXWAZIN QADÊN MÊ YÊN JIYANÊ TALAN BIKIN’
 
Keyayê gundê Kîlîsîkê Ramazan Erşahîn da zanîn ku ew wekî keyayên gundan û mirovên li herêmê naxwazin HES li herêma wan bên çêkirin, lê ruxmê bertekên gel jî dixwazin ava bikin. Erşahîn destnîşan kir ku bertekên 15 gundan li ber çavan nagirin û wiha got: "Ji derveyê mirovên herêmê, dê parka neteweyî jî bê guhertin. Li vê herêmê di serî de keftar, gelek ajal li vê herêmê dijîn." Erşahîn diyar kir ku çend çemên ku diherikin Bendava Ataturkê, li vê herêmê diçin, li ser wan jî HES hatine avakirin û ev tişt got: "Di bendavê de 27 cûre masî hene. Tenê ev av mane ku masî hêkên xwe berdinê. Dê her tişt raste rast ji vê projeyê bi bandor bibe."
 
‘HEKE EDALET HEBE...’
 
Welatiyê bi navê Ekrem Yucel jî anî ziman ku Çemê Kolikê hem ji bo jiyana welatiyan, hem ji bo sewalan û hem jî ji bo avdana erdê, çavkaniyeke jiyanî ye û wiha dirêjî da a xaftina xwe: "Welatî tenê li ser vê avê sewalên xwe av didin. Em ava xwe ya vexwarinê ji vir digirin. Heke HES bê avakirin, dê çavkaniyên avê tune bibin. Dê welatiyên li gundan koçber bibin." Yucel got ku "Ev karê çend mitehîtên dizek in" û ev nirxandin kir: "Heke li vî welatî edalet hebe, divê aliyê gel bisekine. Wê rojê qasî 600 leşker anîn vir, hûn kê li dijî kê diparêzin? Burokrasiya ku bi bacên gel debara xwe dikin, qaşo hatine mitehîtan ji gel diparêzin. Bi hezaran sal e dayik û bavên me li vir jiyan kirine. Em jî dixwazin wisa ji zarokên xwe re bihêlin."
 
‘AV JIYAN E, DIXWAZIN JIYANÊ BIHERIMÎNIN’
 
Welatiya ji gundê Kîlîsîkê Fîlîz Yucel jî bi lêv kir ku HES zerareke mezin dide jiyana mirovan û ev nirxandin kir: "Av jiyan e, dixwazin bi HES'ê jiyanê biherimînin. Em ji van deran koç bikin û biçin bajarên mezin? Li bajarên mezin ji me re nan tune. Em ê neçarî dîsa vegerin. Ji ber wê em teqes HES'ê naxwazin."
 
MA / Haci Yusuf Topaloglu