Ozdag: Heya qezenca zêde neyê dezgînkirin wê dermanê Covîd-19'yê neyê dîtin

img

WAN - Endamê Yekîtiya Ekolojiyê Mehmet Ozdag, anî ziman ku tiştên wekî corona vîrûsê ku gefê li jiyana xwezayî, li derdorê û tenduristiya mirovan dixwin hemû ji ber hêrsa ji bo qezenca zêde ya kapîtalîzmê ne û got, heya ev yek neyê dezgînkirin wê dermanê Covîd-19'yê neyê dîtin.

Endamê Desteya Rêvebir a Yekîtiya Ekolojiyê û Berdevkê Platforma Hawirdorê ya Samsûnê Mehmet Ozdag, bandora Covîd-19'yê ya li ser jiyana xwezayî, hawirdor û tenduristiya mirovan nirxand. 
 
BER BI XWEZAYÊ VE
 
Ozdag, destnîşan kir ku maliyeta jiyana li bajarên mezin pir zêde ye û got, kesên biheq dişixulin ji sedî 60'ê wan bi meaşê kêm dişixulin û nîviyê wan jî bi meaşekî di biniya meaşê kêm de dişixulin. Ozdag, anî ziman ku mirov ji bo sax bimînin careke din ber bi xwezayê ve vegeriyane û got: "Mirov ji ber şert û mercên xebatê yên bêewle û bêrêxistinbûyî, li ber kardêr dest û piyên wan girêdayîne. Îjar ji bo maliyeta jiyanê kêm bikin û di warê aborî de karibin li ser piya bimînin ber bi xwezayê ve vedigerin. Ev tê wateya ku li dijî Covîd-19'ê bimuqawemet bin û li ser piya bisekinin. Rêya vê jî hewayeke paqij, aveke paqij, axeke paqij û zexîreyeke paqij e. A rast ji bo mirov wextê xwe derbas bike tişta herî baş jî ew e ku mirov bi axê re, bi xwezayê re bilî bibe. Her wiha şertû mercên demsalê jî pir guncan in. Ne pir sar e, ne pir germ e." dedi. 
 
Ozdag, destnîşan kir ku şwb li bajarên mezin bêtir belav dibe û got, di 70 salên dawî de bajar radetî ranta erseyî hatine kirin. Mirov bi bajarbûniyeke çelexwarî mehkûmî jiyaneke di ser dilê hev de hatine kirin û got: "Ji bo lez û beza nexweşînê kêm bibe divê mesafeya navbera me 2-3 metre be. Îjar gava ev qasî hatibin lodkirin, ji hêla fizkî ve jî û ji hêla matematîkî ve jî ev yek ne mimkun e. Îjar ji bo em xwe ji vê nexweşîna kujende xelas bikin careke din gundên me, bajarokên me hatin bîra me. A rast em bêjin vegereke ji mecbûrî. Ên bax û baxçeyên wan li gund hebin, ev yek tam derb e." 
 
‘WÊ EV RÛXANDIN DEWAM BIKE' 
 
Ozdag, anî iman ku sedema ku mirov zirarê didin xwezayê pergala ku hatiye tercîhkirin û polîtîkayên wê pergalê ne û got: "Yanî em behsa xirabiyeke rêxistinbûyî dikin. Em behsa kapîtalîzmê dikin. Ên bawerî bi zanistê tînin gişan ev yek fêm kir, lê heya pergala kapîtalîst neguhere wê ev rûxandin bidome. Dibe ku car carinan lez û beza van nexweşînan, karesat û bûyerên avhewayî kêm bibe, lê qê qet nesekinin. wê mirov fêm bikin lê gelo wê kapîtalîzm jî fêm bike? Fêm bike wê çi jê derxe?" 
 
ENCAMA QEZENCA ZÊDE 
 
Ozdag, bal kişand ser karantînaya ji ber şewba vîrûsa coronayê tê kirin û bandorên şewbê yên li ser avhewayê û got: "Covîd-19, di 36 saetan li dor dinê digere. Ji ber vê ger û geşt kêm bûye, mirov ketine malên xwe. Kêmbûna ikaranîna çavkaniyên fosîl stresa li ser krîza avhewayê kêm dike. Ev tiştekî baş e. Lê wê heya kengî bidome? Ê ku krîza avhewayê gur dike qezenca zêde ya kapîtalîzmê ye. Heya ev qezenc neyê dezgînkirin wê dermanê krîza avhewayî, Covîd-19'yê neyê dîtin. Yanî çi krîza avhewayî, çi korona, çi jî nexweşîneke din, çi jî karesateke din ku gefê li jiyana xwezayî, li derdor û tenduristiya mirovan dixwe hemû ji be rhêrsa qezenca zêde ya kapîtalîzmê ne." 
 
Ozdag, destnîşan kir ku vîrûsa coronayê derb li qadên jiyanê hemûyan xistiye û got, ji ber vê kesên hildiberînin û kesên emzaxêr derî pêvajoyê mane û ev bûye sedema hêdîbûna çerxan. Ozdag, anî ziman ku şewba coronayê nîşan da ku pergala tenduristiyê ya bi çavê mişteriyan li nexweşan mêze dike nikare bigere û got: "Ji vê pergalê ne mimkun e ku mirov li benda tiştekî demokratîk û feraseteke şefaf û parveker be. Loma divê derdorên civakê hemû li dijî vê bitêkoşin." 
 
Her wiha Ozdag, anî ziman ku li Tirkiyeyê rejîma ku cihêkariyê dike û xezîneya welat talan kiriye, bêyî ku haziriyek wê hebe bi vê şewbê re rû bi rû maye. 
 
MA / Ozlem Yayan