Çareserî ne qezenc e, parvekirin e

img

MÛGLA - Hevberdevkê MÛÇEP'ê Guney Şîrîn, anî ziman ku vîrûsa coronayê ji ber mudaxilekirina mirovan a li xwezayê derketiye holê û got: "An em ê cîhaneke ku parvekirinê esas digire ava bikin an jî em ê tim û tim bi vîrûsên bi vî rengî re bitêkoşin." 

 
Hevberdevkê Platforma Hawirdorê ya Mûglayê (MÛÇEP) Ekolojîst Guney Şîrîn, sedemên vîrûsa coronayê (Covîd-19) nirxandin. 
 
JI BO RANTÊ QETILKIRIN XWEZAYÊ 
 
Şîrînî destnîşan kir ku çi bê xerakirin bi xwe re hevsengiyê jî xirab dike. Şîrîn, anî ziman ku vîrûsa coronayê ji ber xirabkirina hevsengiya xweza û mirovan derketiye holê û got: "Her tişt ji ber xirabkirina hevsengiya xweza û sosyolojiyê pêk tê." Şîrîn, di vê çarçoveyê de bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û diyar kir ku îqtidar bi vê şewbê tenê hewl dide rojevê manîpule bike. Şîrîn, got: "Ji roja ku îqtidarê qoltix dewr girtiye heye niha îmze daniye binî gelek projeyên hevsengiya ekolojiyê xirab dike. Ji bo rantê jiyana xwezayê tê tunekirin." 
 
QADÊN JIYANÊ TÊN TUNEKIRIN' 
 
Şîrîn, destnîşan kir ku kapîtalîzm ji bo qezencê nêzî her tiştî dibe û li gor wê şikil dide polîtîkayên xwe û got: "Bi çavê turîzmê nêzî daristan û behran dibe. Li pey bidestxistina dowîza ye. Ji bo tiştên rojane, qadên jiyanê yên mirovan tune dike û lê santralên termîk, kanên komirê û madenan çêdike. Mirovên zanyar bal dikişînin ser vê yekê; vîrûs mîkroorganîzmayên zindî ne. Gava em mudaxileyî qada wan a jiyanê bikin, ew jî dixwazin tevî me bijîn. Gava em bikevin qada şevşevkan an jî çivîkan, ew vîr»sa di şevşevok û çûkan de derbasî me jî dibe. Çimkî em qadên jiyanê tune dikin." 
 
HER TIŞT GIRÊDAYÎ HEV E' 
 
Şîrîn, anî ziman ku li xwezayê her candarek xwedî pewyirek e û ev wek xelekên zincîrekê ne. şîrîn,g ot: "Gava em yekê ji wan tune bikin, ev tesîrê li jiyana candarek din dike û wekî kevirên domînoyê xera dibin. Aha ew mîkroorganîzmayên li wir vê carê ber bi bedena mirov ve diçin. Di vir de ên sûcdar ne vîrûs in, em mirov in ku me qada wan a jiyanê tune kiriye." 
 
LÊPIRSÎNKIRIN PERGALÊ 
 
Şîrîn, destnîşan kir ku rayedarên Tirkiyeyê tim behsa mezinbûna aboriyê dikin û got, pêşî divê ne aboriyeke berdewamiyê, jiyaneke berdewamiyî esas bê girtin. Şîrîn, anî ziman ku li Tirkiyeyê hema bêje berên çandiniyê hemû tên îthalkirin û got: "Li hêlekê hûn ê rabin şîrketên madenê mezin bikin û li hêla din jî hûn ê qadên daristanî, qadên çandiniyê tune bikin. A rast ev hûn dixwazin aboriyê mezin bikin, lê bi vê re hûn re gelek tiştan tune dikin. Bi kurt û kurmancî divê pergal xwe bide ber lêpirsînê. Heger xwe ned eber lêpirsînê wê xwe tune bike. Gava mirov pereyan qezenc dikin, ji bo karibin tiştina bikirin qezenc dikin. Lê heger tiştên hûn dixwazin bikirin bên tunekirin wê ew pere bi kêrî çi bê." 
 
PERGALA PARVEKIRINÊ 
 
Şîrîn, anî ziman ku ji bo jiyaneke bitendurist ne parvekirina qezencê, divê pergaleke li ser esasê parvekirin û edaletê bê avakirin û got: "Loma ji niha û pê ve an em ê cîhaneke ku parvekirinê esas digire ava bikin an jî em ê tim û tim bi vîrûsên bi vî rengî re bitêkoşin."
 
Her wiha Şîrîn, anî ziman ku vîrûsên dertên holê tenê bandorê li xizanan nakin, li dewlemendan jî dikin û got: "Îjar tişta divê em bikin ew e ku em pergaleke li ser asasên edalet, wekhevî û parvekirinê ava bikin." 
 
MA / Esra Solîn Dal