'Bila her kes li cihê ku lê ye hilberînê bike'

img
AMED - Ekolojîst Sergen Sûcû, anî ziman ku bi pandemiya corona vîrûsê re bajar di nav xwe de îzole bûne û got, ji dêvla ku bajarî biçin gundan û wan deran talan bikin, bila cihê lê ne veguherînin qada hilberînê. 
 
Pandemiya vîrûsa coronayê (Covîd-19) ku li seranserê cîhanê belav dibe, bû sedem ku têkiliya di navbera xweza û mirovan de careke din bê lêpirsînkirin. Ekolojîst Sergen Sûcû, destnîşan kir ku pandemiya vîrûsa coronayê ji ber talankirina jiyana kûvî û ekosîstemên cîhanê derketiye holê û têkiliya di navbera koçberiyên ji bajaran ber bi gundan ve, civaka mezaxêr û şewbên vîral nirxand. 
 
‘ÎQTIDARÊ VÎRÛS AFIRANDIYE' 
 
Sûcû, anî ziman ku ji ber ku mirov derî qada xwe mudaxileyî qadinên din dikin şewb çêdibin û bal kişand ser dîroka vîrûsan û werarbûnê. Sûcû, destnîşan kir ku Homo Sapîens bi helwsta xwe ya mudaxilker li xwezayê îqtidara xwe ava kiriye û got, pergala tenduristiyê ya ku vê vîrûsan û vê vîrûsê tedawî dike, perçeyeke pergala îqtidarê ye. Sûcû, got: "Ê ku nexweşînê diafirîne jî îqtidar e. Têkiliyeke tehekumî ye. Her wiha ê difikire tedawiya wê jî bike û ji vê re dibêje xebateke zanistiyî jî îqtidar bi xwe ye." 
 
Sûcû, anî ziman ku heta li dijî erka ku mirovan afirandiye berxwedanek çênebe wê şewbên vîral bidomin. 
 
NÊZÎKATIYEKE MÎLÎTER 
 
Sûcû, destnîşan kir ku heya mêr û îqtidar neyên çareserkirin wê pêşî li pandemiyan neyê girtin. Sûcû, qedexeyên di demên dawî de di bin navê "qedexeya derketina derve" de tên îlankirin jî rexne kir. Sûcû, anî ziman ku ev nêzîkatiyeke mîlîter e û got: "Qedexexwestin erk e, îqtidar e. Bendewariyeke wiha ya ji dewletê jî berhemeke aqlê mîlîter e. Yanî mirov ji bo ji derheqê şewbeke ji ber şaşiyeke erkê çêbûye derkeve, dîsa erkê bi kar tîne û dixwaze ji bo vê rêbazekê pêş bixe. Ev jî şaşiyê didomîne. Heya ev erk û îqtidar neyê çareserkirin em ê nikaribin ne ji derheqê pandemiyê ne jî ji derheê şewban derkevin." 
 
‘DEWLET NE SAMÎMÎ NE' 
 
Sûcû, destnîşan kir ku ji ber ku mirovan zirara daye qadên jiyanê hemûyan şewb çêbûne û got, mirov her tim piştî şewban qederekê diekine û paşê dîsa dest bi fealiyetên xwe yê tirsnak dike. Sûcû, got: "Li gelek deverên cîhanê qadên jiyanê yên mirovan tên talankirin. Qadên çandiniyê bi destên dewletê tên bombebarankirin û xweza hemû tê talankirin. Dewletên ku niha li dijî pandemiyê têdikoşin jî ne samîmî ne. Ne samîmî ne." 
 
Sûcû, diyar kir ku di pêvajoyên bi vî rengî de hilberîna herêmî û aboriya herêmî pir girîng e û got: "Bi salan me behsa xweseriyê, xwerêveberiyê kir. Şewbê xwerêveberî îlan kiriye. Niha ev xwerêveberî bi destê dewletê ketiye dewrê. Pratîka xwerêveberiyê pêk tê. Amed xwe bi Amedê xweyî dike. Niha Amedê xwe bi xwe jêderên xwe diafirîne. Çiimkî derketina derve qedexeye. Riha jî xw ebi Rihayê xweyî dike. Çimkî derketina derve qedexeye. Niha ji be rku ev bi destê dewletê tê kirin ne sûc e. Lê gava gelê kurd behsa vê yekê dike sûc e. Ji ber pratîka wan a 3-5 salan wê tifî ser çavê wan bê kirin. Çimkî li xwezayê xwerêveberiyek û karine pratîk ên xweser hene. Yanî li xwezayê li cem heywanan çandeke gerê û mezaxêriyê ya bi vî rengî tuneye. Partîkeke ku mirov di 3 saetan de ji parzemînekê biçe parzemîneke din. Ev pratîk tenê qydê mirovan e. Ji ber ku jiyana mirovan ev qasî bi lez û bez e, mezaxêriyê dike. Û wê mezaxêrî axirê dawiya xwe bîne. Wekî Birêz Abdullah Ocalan jî di paradîgmaya xwe ya neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk de îşaret pê kiriye, pratîka rast jêdera mirov çavkaniyên herêmî bin." 
 
‘HALKLAR TOPRAĞI İŞGAL ETMELİDİR’
 
Bu süreçlerde köylerin çekici geldiğini, ancak insanların bulundukları yeri yaşanabilir kılmaktan ziyade gittikleri yerleri yok etmeye yatkın olduklarını sözlerine ekleyen Sucu, köylere, şehir yaşamanın üzerlerinde yarattığı tahribatla gitmeleri halinde, köylerin şenlikli toplumu, kültürü ve doğasını da talan edileceğini vurguladı. Köye gitmekten ziyade herkesin bulunduğu ortamda üretim yapmasını daha doğru ve nitelikli bulduğunu kaydeden Sucu, “Belediyenin ve devletlerin el koyduğu toprak parçalarını halklar işgal etmelidir. Çünkü devletler oraları kendi şirketlerine peşkeş çektiği için, oralar toplumdan uzak bir şekilde sadece sermayeye hizmet ediyor. Bu nedenle Amedliler Amed’te, Trakyalılar Trakya’da, Egeliler Ege’de kendi bulundukları alanları, şu an yaşadıkları konutları, parkları, bahçeleri bir üretim mekanizmasına sokmalıdırlar. Yerel olarak doğaya zarar vermeden kendi kendimize yetebiliriz” dedi.
 
‘NE HEWCEYÎ MIROV BIÇE GUND' 
 
Sûcû, anî ziman ku gund besî xwe ne û got: "Heger em rasterast berê xwe bidin gundan, mixabin em ê qirêjiya li bajaran bi xwe re bibin wan deran jî. Loma bêyî ku mirov biçe gundan divê li cihê ku lê ye hilberînêb ike. Heger li baxçê sîteya ku lê dimîne karibe çandiniyê bike, karibe darên fêkiyan deyne, têkiliya bi cîranan re baş be, alîkarî û piştevanî hebe, nexwe ew mirov hilberîner e. Ne hewceye biçe gund."