Qadên SÎT'ê yên Îzmîrê ji parastinê derxistin

img

ÎZMÎR – Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr ê TMMOB’ê Melîh Yalçin anî ziman ku li Îzmîrê ji sedî 99’ên qadên SÎT’ê yên Xwezayî ji çarçoveya Qada Parastina Xwezayî hatine derxistin û ji bo derdorên sermayeyê di hedefa qadên rantê de ne. Yalçin wiha got: “Bi awayekî aşkere û li ber çavan wê îxanetê li Îzmîrê bikin.” 

Li Îzmîrê li gel sepandina “Projeya Derbasbûnê ya Kendavê”, di bin navê veguherandina bajêr de li gelek navçeyan dest bi projeyên îmarê hatin kirin.  Wê bi vê projeya ku wek “Projeya Şêt” tê danasîn di nav sînorê navçeyên Balçova, Narlidere û Karşiyakayê pirek bê çêkirin û wê bi vê pirê navçeyên Balçova û Karşiyaka bigihên hev. Bi texmînî wê 3 milyar û 520 milyon lîre lê biçe û wê ev proje qadên çandiniyê yên Încîralti, Balçova, Menemen, Yenî Foça, Seferîhîsar, Çîglî, Ûrla, Karabûrûn û Çeşmeyê û wê Kûş Cennetiyê ku qada zêdebûna flamingoya ye tehdît bike. 
Sekreterên Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) a Îzmîrê Melîh Yalçin anî ziman ku bi van projeyan re gelek qadên girîng ên bajêr tên talankirin û berpêşî rantê hatine kirin. 
 
Yalçin got ku Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê vê Projeya Derbasbûnê ya Kendavê wek projeyeke “nav bajêr” berpêş dike, lê belê ev yek dûrî rastiyê ye û jixwe li herêma Çîglî û Încîraltiyê ku di nav projeyê de ne daxwaza ji bo gihaniyê tune ye. Yalçin got ku heke proje tamam bibe wê li herêma Çîglî-Încîraltiyê tevî seferên ferîbotê wê rojê pêdiviya hezar û 500 wesayîtî pêk bê, lê belê dê bi vê yekê re qadên hêşîn ji bo îmarê bên vekirin.
 
Yalçin got ku bi temamkirina pirê re wê pêdiviya riyeke nû xwe bide der û jixwe armanca projeyê jî ew e ku bi riyên nû qadên hêşîn ên bajêr berpêşî îmarê bike. 
 
Yalçin diyar kir ku li Îzmîrê Qadên SÎT’ê yên Xwezayî yên diviyan teqez bên parastin, ji sedî 99’ê wan ji çarçoveya Qada Parastinê ya Xwezayî hatine derxistin û merheleya piştî vê jî ew e ku qadên SÎT’ê yên Xwezayî berpêşî îmarê bên kirin. 
 
PIŞTÎ STENBOLÊ DOR HAT ÎZMÎRÊ 
 
Yalçin dest nîşan kir ku bi amadekirina van projeyan re tê xwestin ku herêmên derdorên xizan lê dijîn berpêşî dewlemendan bên kirin û dewlemendan dewlementir bikin. Yalçin anî ziman ku gotinên Serokomar Erdogan ên “Me îxanet li Stenbolê kir” rê li ber derdorên rantê vekiriye û armanc ew e ku qadên nû yên rantê bên peydakirin.Yalçin bi lêv kir ku ji bo derdorên rantê qadên nû yên rantê bên vekirin Îzmîr hedef hatiye nişandan û ev tişt gotin: “Niha pêdiviya van komên sermayeyê bi herêmên nû yên rantê heye. Ji bo vê jî qada rantê ya herî mezin Îzmîr dixuyê. Wê bi awayekî aşkere û li ber çavan îxanetê li Îzmîrê bikin. Heke em mudaxile nekin, em ne xwezaya vî bajarî, ne çanda vî bajarî û ne jî dîroka vî bajarî karibin veguhêzînin nifşên nû.” 
 
Her wiha Yalçin ji bo çareseriyê jî rêbazeke pêşniyar kir û got ku divê ji bo bajêr planên maqûl ên 40-50 salî bên çêkirin. 
 
MA / Ruken Demir