Bendava Ilisûyê gelek nebatên endemîk di bin avê de hiştin

img
ÊLIH - Ji Ilisûyê heya gundê Bediayê ku nebatên endemîk jî di nav de bi sedan nebat di bin ava Bendava Ilisûyê de man.
 
Bendava Ilisûyê ku ji gundê Germavê yê Kerborana Mêrdînê dest pê dike û heya gundê Bedia yê Êlihê diçe, gelek deşt û newalên xweşik di bin avê de hiştiye. Her wiha ev bendav bi xwe re xwezayê jî texrîb dike. Heya niha bi sedan jîngeh di bin ava wê de mane û bi vê re bi sedan nebat jî zirarê jê digirin. Di nav van nebatên di bin ava bendavê de mane gelek nebatên endemîk jî hene. 
 
Bi taybetî jî ev wêneyên newala gundê Bediayê vê rewşa êşbar bi her awayî dide der. 
 
MA / Metîn Yoksû