Hechecîkan dîsa berê xwe dan Bismilê

img

AMED – Li Bismilê bi hezaran hechecîkên ku berê xwe dane qeraxa Çemê Qerekopriyê, dest bi çêkirina hêlînên xwe kirine û wê nêzî 6 mehan li vira bimînin. 

Li Bismila Amedê bi hezaran hechecîkên ku berê xwe dane qeraxa Çemê Qerekopriyê, dest bi çêkirina hêlînên xwe kirine. Hechecîk, bi herî û qirş û qalên ku bi nikulên xwe dikişînin hêlînên xwe çêdikin. Îsal ji ber pandemiyê qeraxa çem tenha ye û hechecîkan jî ev der ji xwe re kirine şûnwar. Wê hechecîk nêzî 6 mehan li vira bimînin û niha dema wan î hêkkirinê ye.