'Qirkirina daran' a ji bo qaleqolan didome

img

ŞIRNEX - Hat hînbûn ku cerdevanên ku darên li herêma Çiayyê Cûdiyê dibirin, li bajarine din difiroşin. Midûriyeta Daristanan a Bajêr jî piştrast kir ku dar ji bo qada qaleqolan berfirehtir bibe tên birîn. 

Li herêma Çiyayê Cûdiyê, li deverên qaleqol lê hena dar tên birîn. Nêzî du meh in cerdevan daran dibirin. Bi taybetî jî li derdora Gundikê Remo, Gilindor û Nêvavayê rojê 100 ton dar tên birîn. 
 
WAN DIFIROŞIN 
 
Derket holê ku darên ku tên birîn tona wan bi 360 TL'yî tên firotin. Hat hînbûn ku carê 11-12 ton dar li qamyonan tên barkirin û wan dibin roha, navçeya Serêkaniyê û Semsûrê. 
 
MIDÛRIYETA DARISTANAN: JI BO QALEQOLAN TÊN JÊKIRIN 
 
Têkildarî birîna daran me telefonî Midûriyeta Daristanan a Şirnexê kir. Midûriyetê birîna daran qebûl kir. Ê ku di telefonê de axifî, anî ziman ku dar ji bo berfirehkirina qada qaleqolan tên birîn û tu eleqeya wan bi jêkirina daran tuneye.