Di nava dêzên çopê de koçberiya masîpankan!

img
WAN - Gelek robarên diherikin Gola Wanê, dêzên çopê bi xwe re tînin li Gola Wanê kom dikin. Li cihên ku robar lê diherikin, masîpank di nava dêzên çopê de dest bi koçberiyê kirin. Zor û zehmetiyên masî di nava çopê de dijîn, mirovan bandor dike
 
 
Li Gola Wanê koçberiya masîpankan a ji ava xazkirî ya ber bi ava şirîn ve di 15’ê nîsanê de dest pê kir. Încî kefal di dema zêdebûnê de, berê xwe didin ava berevanî û di robarên di herikin de dest bi koçberiyê dikin. Koçberiya masîpankan  di 15’ê nîsanê de dest pê dike û heya 15’ê Tîrmehê dewam dike. Ev rêwîtiya zor û zehmet a masiyan, heya avên şirin ên di herikin behrê diçe.
 
ROBAR WEKE KU BÛNE ÇOP
 
Di salên dawî de robarên di herikin Gola Wanê, pir zû tên qirêj kirin û çopên tên rijandin weke xwe di herikin Gola Wanê. Ev jî bandorê li jiyana masiyan dikin. Masiyên cureyên încî kefalan di van rojên dest bi koçberiya ber bi ava şirîn ve kirin, ji ber çopên li peravên golê kom bûne rastî zor û zehmetiyên mezin tên. Ji ber ku gel bi hestiyar nêz nabe û peravên golê nayîn paqijkirin, her ku diçe çop zêdetir dibe û masîpank  zirarek mezin dibînin. Ev masiyên ku divê herin ava şîrin, ji ber dêzên çopê rastî gelek astengiyan tên. Gelek ji van masiyan nikarin van astengiyan derbas bikin û dimirin. Ev jî dibe sedem ku dîmenên bi êş derbikevin holê.