Dixwazin bi 'pêşbaziya resman' santralên nukleerê rewa bikin

img

MÊRSÎN - Şîrketên ku Santrala Akkûyûyê çêdikin di 23'yê Nîsanê de pêşbaziya resman lidarxistibûn. Di paêşbaziyê de resmê ku behsa xwezayê dike xelat wergirt. Seroka MERÇED'ê Sabahat Aslan, anî ziman ku di ser zarokan re santral tê rewakirin. 

Şîrketa Anonîm a Akkûyû Nukleerê bi boneya 23'yê Nîsanê Cejna Zarokan, ji bo zarokên temenê wan di navbera 4-14 salan de pêşbaziyeke resman li dar xist. Encama pêşbaziyê di 22'yê Gulanê de diyar bû. Di pêşbaziyê de 9 zarok xelatw ergirtin. 
 
Yek ji resmên xelat wergirtin jî ya Vadîm Lobanov a 14 salî bû. Lobanov, di resma xwe de hêşînahiyeke bê ser û bin, asîmenek hêşîn, çemek, erdê genim û bafirokek çêkiribû. 
 
WÊ BANDOREK NEBAŞ LI TENDURISTIYA ZAROKAN BIKE 
 
Seroka Komeleya Xweza û HAwirdorê ya Mêrsîsnê (MERÇED) Sabahat Aslan, pêşbaziya resman nirxand. Aslan, anî ziman ku şîrketa nukleerê dixwaze xwe baş nîşan bide û got: "Resmê hatiye hilbijartin li ser xwezayê ye. Bi vî awayî dixwazin bîbiriyeke wekî ku pêşerojeke baş berpêşî zarokan dikin nîşan bidin. Ev nêzîkatiyeke pir qirêj e. Di pêşerojê de wê ev santral tenduristiya zarokan xirab bike. Zarokan bi kar tînin. Bi vî awayî xwe baş nîşan didin. Li seranserê cîhanê li kuderê santrala nukleerê hebe, li wir hejmara zarokên bi losemiyê dikevin pir zêde ye. Tişta hatiye kirin ne rast e." 
 
Aslan, anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê de projeyên ku xwezayê qir dikin pêk hatine û got, ew ê li dijî van polîtîkayan bin û ew ê tim û tim behsa xisara santralên nukleerê bikin ên li ser xwezayê û mirovan.