Li dijî Santralên Nukleerê seri li şûreya dewletê dan

img

EDENE - Parêzerê dildar ê Komeleyên Derdorê ya Rojhilatê Derya Spî Îsmaîl Hakki Atal, li dijî avakirina bingehên Santrala Nukleerê ya Akkuyu serî li şûreya dewlete da. 

Li gel hemû bertek û nerazibûnan rayedarên dewletê û şirketên sermayedar li herêma Derya Spî û navçeya Akkuyu ya Mêrsînê Santralên Nukleerê ava dikin. Niha ji keşifa bingeha avakirina Santrala Nukleerê ya yeke nû dikin. Li dijî keşifê û avakirina bingeha santralek nû Parêzerê dildar ê Komeleyên Derdorê ya Rojhilatê Derya Spî Îsmaîl Hakki Atal, serî li Dadgeha Şewirê da. Atal, anî ziman ku seha ku santral lê bê avakirin li ser Xeta erdhejê ya Bakurê Anadoluyê ye. Atal, anî ziman ku li vê herêmê rîska erdhejê pir zêde ye û ger ku ev santral li vir bê avakirin dê rîsk mezintir bike.
 
Atal, anî ziman ku ji bo lîsansa hilberîna santralê bê betalkirin, doz vekirin, lê 12'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê bêyî ku li herêmê lêkolîn bike û keşifan bike ev serlêdana wan red kir û wiha got: "Me biryar bir Dadgeha Îdarî ya Herêma Enqereyê. Lê biryar li wir jî hat redkirin. Me di 29'ê Gulanê de serî li Şureya Dewletê da. Me xwest ji bo tespîtkirina ku bingehê vir vala ye û me xwest keşifa wê bê kirin. Me xwest kesê zana û pispor li herêmê lêkolîn bike. 
 
Atal, anî ziman ku Şûreya Dewletê bi rêya hekîmê Daîreya 14'emîn di tîrmeha 2016'an û kanûna 2016'an de lêkolîn û eduta binenasiyê nehatibû kirin û bêyî ku bê femkirin ku ev bingeh ji bo avakirina santrala nukleer guncav e ya na bi encam kiribûn. 
 
MA / Hamdullah Kesen