Prof. Tolûnay: Mudaxileya li xwezayê wekî bûmerangê ye

img

STENBOl - Prof. Dr. Doganay Tolûnay, anî ziman ku şewb ji ber mudaxileya mirovan a li ekosîstemê çêdibin û her mudaxile wekî şewb, ziwabûn û krîza avhewayê vedigere û got: "Êdî divê em wekî çavkaniyeke belaş li xwezayê mêze nekin." 

Li seranserê cîhanê heya niha zêedtirî 350 hezar kesî ji ber şewba coronayê (Covîd-19) jiyana xwe ji dest daye. Tê diyarkirin ku ji ber texrîbkirin û zirara li xwezayê nexweşînên şewbî çêdibin. Hîndekara Fakulteya Daristanê Prof. Dr. Doganay Tolûnay, têkildarî çêbûna şewban û berbelavbûna wan bal kişand têkiliya di navbera "mirov-xweza"yê de. 
 
Tolûnay, anî ziman ku şewba Jûstînîanê ku wekî şewba herî kevn tê zanîn di sala 541-542'yan de li li Hîndîstan an jî Afrîkaya Navîn derketiye û got: "Tê gotin bi kêçan belav bûye, kêçên li ser pişta mişkan. Gava ev mişk hatine bajaran, şewb jî belav bûye." Tolûnay, diyar kir ku ev şewb û şewbên bi vî rengî ji ber mudaxilekirina li ekosîstemê çêdibin û got: "Gava em daristanan bibirin û veguherînin qadên çandiniyê, temasa heywanên kedî û kovî zêdetir dibe. Bi vî awayî pêî vîrûs derbasî heywanên kedî dibe. Piştî mûstasyonê jî bi rihetî derbasî mirovan dibe." 
 
KEDÎBÛYÎN RÎSKÊ ZÊDETIR DIKE 
 
Tolûnay, diyar kir ku piştî kifşkirina parzemîna Amerîkayê nexweşîna xuriyê ku eskerên ewropayî pê ketibûn û şewba Îspanyolî ku di 1918-1919'an de çêbû û bû sedema 20-50 milyon mirovî, hemû ji heywanan derbasî mirovan bûne. Tolûnay, wekî mînak nexweşîna tuberkuloz, tîfo, brûsela, sorik hwd. jî da û got, ev nexweşîn jî ji heywanan derbasî mirovan dibin û got: "Piraniya van nexweşînan piştî ku mirov heywanan kedî kirine derbasî mirovan bûne." 
 
MUDAXILEYA LI EKOSÎSTEMÊ 
 
Tolûnay, destnîşan kir ku bi texrîbatkirina ekosîstemê re temasa bi heywanên ku nexweşînên vektorî di xwe de dihewînin zêdetir dibe û got: "Ev vegir, gava mirov bêtir daxilî nav xwezayê bibin wê bêtir belav bibin. Bi texrîbatkirina ekosîstemê re heywanên kovî koç dikin. Bi vî hawî nexweşîn jî koç dikin. Heywanên ku qadên wan ên jiyanê tên tengkirin ji bo êm dadikevin gund û bajaran. Yanî mudaxileyeke herî biçûk a li xwezayê jî pergala ekosîstemê diguherîne û ev jî dibe sedema gelek nexweşînan." 
 
Tolûnay, diyar kir ku yek ji sedema berbelavbûna vîrûsa coronayê jî ji ber texrîbatkirina xwezayê ye û got, divê ders ji vê yekê bê girtin. 
 
Herî dawî Tolûnay got: "Divê em fêm bikin çendî ku em li bajaran bin jî pêwendiya me ya bi xwezayê re qut nebûye. Çimkî her mudaxiliyeke li xwezayê wekî bûmerangê; wekî nexweşîn, şewb, ziwabûn, lehîn, krîza avhewayê li me vedigere. Loma êdî divê em wekî çavkaniyeke belaş li xwezayê mêze nekin." 
 
MA / Nacî Kaya