ESÇEVDER: Talankirin û wêrankirinê bi zagonan rewa dikin

img

ESKÎŞEHÎR - ESÇEVDER'ê têkildarî 5'ê Hezîranê Roja Derdorê daxuyanî da û got: “Çavkaniyên me yên avê bi tunebûnê re rû bi rû ne. Talankirin û wêrankirinê bi zagonan rewa dikin." 

 
Komeleya Pêşxistin û Parastina Derdorê ya Eskîşehîrê (ESÇEVDER), bi minasebeta 5'ê Hezîranê Roja Derdorê ya Cîhanê daxuyaniyek niviski da. ESÇEVDER'ê bal kişand ser bandora talankirin û wêrankirina xwezayê ya li ser şewba vîrûsê wiha got: “Qeyrana kurevî ku îro em dijîn carek din nîşan da ku, eger beşek mirov ji bo berjewendiyên xwe yên karê dest ji talankirin û wêrankirina xwezaya ku mirov jî berçeyekî wê ye bernede, dê îro û sibê êdî mirov nikaribe jiyana xwe berdewam bike. Me dît û fam kir ku eger qeyran kurevî be çareserî jî kurevî ye." 
 
TALANKIRIN Û WÊRANKIRINÊ DIKIN ZAGONΠ
 
ESÇEVDERÊ'ê anî ziman ku bi guhertinên zagonan rê li îhaleyên avakirina santralên nukleer, termîka bi komir û sektarên înşaetê vedike. Êdî talankirin û wêrankirinê dikin zagonî û asayî dikin. Hemû çavkaniyên ava me, firotine şîrketên taybet. Li ser navê avakirina Santralên Hidro Elektrikê (HES) her derê dagir dikin. Çavkaniyên xwezayî yên ava welatê me bi tunebûnê re rû bi rû ne. Li dijî vê yekê xweza, gel û xwediyên wê yên xwezayî li dijî vê talankirin û wêrankirinê îsyan dikin. 
 
DAXWAZ 
 
“* Divê derbasî enerjiya paqij û ji sedî sed xwe nû dike bibin. 
 
* Divê bi lez dawî li santralên nukleerê yên Sinop û Akkuyu berdin. 
 
* Divê dawî li avakirina Sedan HES'an bînin. Divê xebatên santralên Termîkê bên rawestandin. 
 
* Divê dawî li dagirkirin û talankirina qirax û delavên perê avê bînin. Divê dawî li projeyên Kanal Îstanbul û ên din bînin. 
 
* Divê teqez qadên daristanê û çandiniyê bên parastin. Divê rê li pêş sergoyê plastîkê ku Tirkiye dike sergo bigirin. 
 
* Ji bo maşîneyên bi elektrîk divê xebatê zêde bikin. 
 
* Divê piştgiriyek mezin bidin çotkar û rençberan. 
 
* Divê belavbûna xwezaya Karbonê (C) bê sînorkirin.