Ji HDK'ê peyama Roja Derdorê ya Cîhanê: Ji xeynî berxwedanê çare nîne

img

STENBOL - Meclisa Ekolojiyê ya HDK'ê bi minasebeta 5'ê Hezîranê Roja Derdorê ya Cîhanê daxuyanî da. Melîsa Ekolojiyê diyar kir ku li dijî talankirina xweza û civakê ji xeynî berxwedanê çare tune ye. 

Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi minasebeta 5'ê Hezîranê Roja Derdorê ya Cîhanê daxuyanî da. Meclîsa Ekolojiyê diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa Covît-19 li tevahiya cîhanê 381 hezar û 175 kesan û li Tirkiyeyê jî 4 hezar û 609 kesan jiyana xwe ji dest dane. Meclîsê anî ziman ku di vê pêvajoyê de qeyrana betalî, bêedaletî, aborî û xizaniyê bêtir mezin bûye û wiha got: "Ji roja AKP hatiye îqtîdarê heta niha polîtîkaya dijminantiya derdorê pêş xistiye û wiha got: "Hemû xwezaya herêmên Tirkiyeyê, daristan, qadên çandiniyê, çem û rûbar, gol û derya, qadên dîrokî û çandî yên Tirkiyeyê li şûna biparêze, pêşkêşî şîrketên înşaetê û bazirganiyê kirine. Bi avakirina Pira 3'yemîn û Balafirgeha 3’emîn hem xweza talan û wêran kirine, hem jî bûye sedema komkujiya karkeran. Dîsa li Heskifê xweza û dîrok talan û wêraen kirine. Geliyê Dîcleyê tune kirin. Li Çilayê Qasê 400 hezar dar birîn û daristan tune kirin. Li dijî talankirin, wêrankirin û dijminantiya xwezayê tenê çareserî berxwedan e. Ji bo em rê li pêş hilweşîna ekolojiyê bigirin divê em bêtir xwe bi rêxistin bikin u bêtir têbikoşin."