'Em li dijî talankirinê xwezayê hembêz bikin'

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistin û komeleyên derdor û ekolojiyê bi minasebeta 5'ê Hezîranê Roja Derdorê ya Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî dan. Rêxistinan xwest hemû bi hevre xwezayê biparêzin û li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê bi xwezayê re li hev bên. 

Rêxistin, komele û meclîsên ekolojî û derdorê, bi minasebeta 5'ê Hezîranê Roja Derdorê li Edene, Mêrdîn, Wan, Stenbol û gelek cihên din daxuyanî dan. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê, li Parka Abidin Dino ya Edeneyê daxuyanî dan û xwestin dawî li talankirin û wêrankirina xwezayê bînin. Di çalakiyê de pankarta "5'ê Hezîranê roja têkoşinêya ji bo derdor, ekolojî û jiyanê ye" vekir. Serokê Egîtîm Sen'a Edeneyê Cemil Ozen daxuyanî xwend û xwest her kes xwezayê biparêze.
 
Li Mêrdînê jî hêzên ked û demokrasiyê bi heman armancê li avahiya KESK'ê ya Mêrdînê daxuyanî dan. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Komeleya Ekolojiyê yê Mêrdînê Vahap Irmak daxuyanî da û diyar kir ku sedema vîrûsa Covid-19'ê talankirin û wêrankirina xwezayê ye. 
 
Komeleya ÇEV-DER'ê ya Wanê jî bi heman armancê daxuyanî da. Serokê ÇEV-DER'ê Alî Kalçik daxuyanî xwend û bal kişand ser talankirina xwezayê. 
 
 
Hevparên Yekîtiya Ekolojiyê yên Stenbolê jî bi heman armancê daxuyanî dan. Nûner û parazvanên ekolojiyê li pêş Operaya Sureyya  ya Kadikoyê daxuyanî dan. Li vir pankarta “Li dijî talankirina ekolojiyê em jiyanê biparêzin" vekirin. Li ser navê ekolojîstan Tugçe Ozçelik daxuyanî xwend û xwest hemû hêz bi hevre ji bo parastina ekolojiyê tebikoşin."