Maçîn: Me gava herî zehmet avêt, dor dora yekîtiyê ye

  • rojane
  • 09:01 16 Hezîran 2020
  • |
img

RIHA - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn, anî ziman ku pêdiviya kurdan bi "yekîtî û tifaqê heye" û got: "Me gava zehmet avêt. Me dest da destê hev. Piştî vê ya girîng em ê pergaleke çawa ava bikin." 

Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîm, girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurd ji bo ajansa me nirxand. Maçîn, destnîşan kir ku kurd divê li dor heman armancê bicivin û tev bigerin. Maçîn, anî ziman ku cîhan êdî hebûna kurdan qebûl kiriye, fikrên hevpar ên DYA û Rûyayê der barê kurdan de hene û Îngîltere, Fransa û Îtalya ji bo statuya gelê kurd tev geriyane. Maçîn, diyar kir ku lê belê Rûsya hê jî xala "bila mafên wan bên dayîn" derbas nekiriye û got: "Naxwaze statu bê dayîn. Baş e, lê kurd çi dixwazin? Em dizanin her perçe doza çi dike. Ev hemû divê li dor heman armancê bibin yek û li gor wê tev bigerin." 
 
YEKÎTIYA NETEWEYΠ
 
Maçîn, destnîşan kir ku ji bo yekîtiya neteweyî li Amedê konferansek li dar xistine û bi îtifaqan re du komîsyon ava kirine û got: "Komîsyonek li ser model û bernameyê, a din jî li ser asasê gelan, têkiliyan û dîplomasiyê hat avakirin. Ji ber şewbê xebatên me hinekî bi derengî ketin. Em Partiya Komunîst a Kurdistanê, ne deh roj şûnde em ê pêşniyarên xwe yên ji bo awayê kongreya neteweyî berpêş bikin. Niha xebatên partiyên din jî hene. Li cîhanê guherînên mezin çêdibin. Şerên mezin diqewimin. Niha em bi vîrûseke ku gefê li jiyana mirovan dixwe re rû bi rû ne. Loma yekîtiya kurdan bivênevê ye." 
 
KURD ÇI DIXWAZIN? 
 
Maçîn, got: "Heke kurd bi yek bûna, li Başûrê Kurdistanê ji bo Kerkûk neyê dagirkirin pev re şer bikirana, bawer im wê li Efrînê jî pêşî li ber dagirkirinê bihata girtin. Pirsgirêka sereke ya Rojhilata Navîn yekîtiya kurdan, a dudoyan jî pirssgirka Kurdistanê ye ku ev jî pirsgirêkeke navneteweyî ye. Ne tenê çar dewlet dijminatiyê dikin. Di sedsala 20'an de statuya kurdan qebûl nekirin. Li kuderê kurd bitêkoşin ev dewletên dagirker hewl didin tevgerên kurdan têkbişikînin. Niha pergala cîhaneke nû tê avakirin. Rojhilata Navîn jî herêma wê ya herî sereke ye. Li vira kî heye? Kurdistan heye. Kurd divê bi vîneke hevpar vê yekê berpêşî cîhanê bikin. Dewletên cîhanê wekî sedsala 20'an li kurdan mêze nakin. Cîhan êdî dibêje 'mafê kurdan jî heye.' Dibe ku hêzên emperyalîst bin lê ji bo berjewendiyên xwe hebûna kurdan qebûl dikin. Niha der barê kurdan de hem fikrên DYA'yê hem jî yên Rûsyayê hene. Her wiha Îngîltere, Farnsa û Îtalya jî dibêjin bila kurd statuya xwe bi dest bixin. Rûsyayê jî dibêje 'bila mafên wan bên dayîn.' Lê naxwaze statuyek hebe. Îjar di van sernavan de divê mirov vê prisê bike; Kurd çi dixwazin? Em dizanin her perçe çi dixwaze. Lê divê li dor heman armancê kom bibin û vîneke hevpar deynin holê." 
 
DÎPLOMASÎ
 
Maçîn, anî ziman ku hevdîtinên di qada navneteweyî de tên kirin divê tenê di ser komekê an jî rêxistinekê re neyên kirin û got: "Ev hevdîtin divê li ser navê neteweya Kurdistanê bên kirin. Divê bi vî awayî xwestekên xwe bilêv bikin. Ji bo vê jî kongreyeke neteweyî bivênevê ye. Cîhan di pêvajoyeke pir krîtîk re derbas dibe. Betalî û xizanî zêde dibe. Wê tevgera kurdan di siyaseta cîhanê de bibe deng û rengê kedkar, karker, jin û zarokan. Ji bo vê çendî ku meseleya sereke meseleya neteweyî be jî, lê di têkoşîan Kurdistanê de divê ehr kes hebe. Rêxistinbûyîn divê xurrt be. Têkoşîna me wekheviya ked û civakiyê ye. Em têkoşîna wekheviya cvakiyî û yekîtiya neteweyî pev re bi rê ve bibin. Ji bo vê jî divê em xwe birêxistin bikin. Tê xwestin civak di tarîtiyeke bêpêşeroj de bimîne. Loma divê têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê xurtir bibe. Pêşengiya vê jî li ser milê partî û saziyên kurd dimîne." 
 
'ME DEST DA DESTÊ HEV DU' 
 
Maçîn, destnîşan kir ku li Rojavayê ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd civînên girîng hatine kirin û di çarçoveya van civînan de gavine dîrokî hatine avêtin û got: "Her tişt zelal bû. Ev ji bo yekîtiyê gaveke dîrokî ye. Wê bandora vê geşedanê li her çar perçeyên Kurdistanê xwe bide der. Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî ku me li Bakur dan destpêkirin bandor li Rojava jî kir. Li her çar perçeyan ji bo yekîtiyê gav hatin avêtin. Em dikarin bêjin ku me gava herî zehmet avêt, me dest da destê hev du û niha piştî vê ya girîng em ê pergaleke çawa ava bikin." 
 
ZÎNÎ WERTÊ
 
Her wiha Maçîn ji bo Zînî Wertê jî got: "DYA, dixwaze li wir li dijî Îranê herêmeke tampon çêbike. Ji bo vê jî xwest pêşmerge biçin wir. Beriya vê gava Qasim Silêmanî hatibû kuştin DYA mecbûr ma hin binkeyên xwe yên li kerkûk û Iraqê veguhêzîne. Hin hêz jî ji bo yekîtiya neteweyî bi ser nekeve mudaxile dikin. Lê kurd divê berbayî vê lîstikê nekevin. Ji xwe dijminên me bi awayekî aşkere dibêjin. Lom adivê li her çar perçeyan kurd bibin yek. Wê kurd bi ser bikevin. Ev aşkere ye ku heger kurd bi ser nekevin wê li Rojhilata Navîna ştî çênebe. Mifteya vê pêvajoyê yekîtiya kurdan e. Kurd divê yekîtiya xwe xurt bikin. helbet wê bedêla vê destkeftiyê giran be. Lê wê serketina wê jî ew qasî birûmet be." 
 
MA / Bariş Polat

Sernavên din

17/06/2020
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2020'AN
16/06/2020
20:44 Hejmara pêketiyan bû 181 hezar û 298
17:33 Meclîsa Jinan ewil Komeleya Piştevaniya Mor ziyaret kir
17:22 Ji Amedê balafirên şer li ser hev radibin
17:06 Ji bo azadiya Zeynep Celaliyan dest bi kampanyayê kirin
16:43 Li Omeryan bi sedan donim derdor şewitî: Rayedar hêj rewşê dinirxînin
16:33 Berkîn Elvan li Okmeydani bibîr anîn
16:32 DEVA: Astengkirina meşa HDP’ê nayê qebûlkirin
15:59 Rûspiyên Êzidî û ciwanên Çemçemalê êrîşên Tirkiye şermezar kirin
15:32 Kesê li dijî Demîrtaş êrîşa zayendî pêk anî hat girtin
15:31 Li Silopya tup teqiya: 2 kes birîndar bûn
15:25 Ji bo Rojnameger Nedîm Turfent kampanya îmzeyan
14:59 Jin xwe ji bo meşê amade dikin
14:58 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
14:50 Sancar Baroya Wanê ziyaret kir
14:28 'Em ê destûr nedin ku kes siberoja me bidize’
14:25 Tirkiye û Îran bi awayekê hem wext bombebaran kirin
14:24 Meşa HDP’ê li Amedê dê bi girseyî were pêşwazîkirin
14:13 Ji ber çalakiyên di zarokatiya xwe de tevlî bibûn hatin girtin
14:03 Nivîskar Avba: Kazimî êrîşa li ser Kurdan erê kir
13:32 Ji kujerê Kemal Kûrkût re ceza hat xwestin
13:18 Buroya HDP'ê ya çapemeniyê: Îdîayên Rudawê li dijî rastiyan e
12:19 ÎHD: Ne pêkane ku mafê meş û xebatên siyasî bên qedexekirin
12:17 'Heke Tirkiye li gorî qanûnan tevbigere em ê bi xweşî pêşwazî bikin’
11:35 Beriya çalakiya HDP’ê Qada Esenyûrtê bi bariyeran hat girtin
11:35 Li gundê Lîçikê û Elmalû hemû xaniyan xesar dîtiye
11:15 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:40 Aydenîz: Li dijî êrişan bersiva herî mezin yekîtiya neteweyî ye
10:36 Hejmara miriyên qezaya Kemaliyê derket 5’an
10:01 Li Tûzlayê dîmenên ‘koletiya modern’
09:36 Hejmara bajarên ku berdevk li wan mecbûrî ye derket 42’an
09:01 Mafê kedkarên tenduristiyê tê xwarin
09:01 Baniyê 50 malan hilweşiyan
09:01 Li Amedê 4 xebatkarên tesîsa dawerivîna avê bi Covîd-19'ê ketine
09:01 Piştî 30 salan li Çiyayê Komtik û Katoyê dest bi çandiniyê kirin
09:01 'Daxwazên zarokên me bi cih neyên em ê biçin ber Dadgeha Destûra Bingehîn'
09:01 Navê 'Arîn Mîrkan' li albuma xwe kir
09:01 Maçîn: Me gava herî zehmet avêt, dor dora yekîtiyê ye
09:01 Aydin: Dixwazin baroyan bêdeng bikin
09:01 Dêra keldaniyan tê rûxandin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:21 Partiyên siyasî bang li civaka navneteweyî kirin
08:07 Gundekê Colemêrgê kirin karantînayê
15/06/2020
23:13 Bradostê bombebaran kirin
21:03 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:47 Li Dêrazorê êrîş birin ser şaredariyê: Hevşaredar jiyana xwe ji dest da
17:03 Danişîna doza Altan a nexweş sibê ye
16:46 Milê Edîrneyê dest bi 'meşa demokrasiyê' kir
16:02 Çerkezoglû: Pergalek nû ya civakî ferz e
15:27 Malbatên 2 HPG’iyan ji bo cenazeyên xwe bigirin xwîn dan
15:23 Bersûcek êrişî Başak Demîrtaş kiribû hat berdan
15:18 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
15:06 Şewata li Omeryan gehişt çoltera Mahsertê
15:05 Banga pêşwazîkirina meşvanan hat kirin
14:28 Piştgirî dan Tîmtîk û Unsal: Darizandina adilane mafê sereke ye
14:27 Colemêrgiyan HDP’î bi coş oxir kirin
14:17 Li Mêrdînê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
14:10 Piştgirî dan biryara esnafên Cizîrê
13:52 Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bertekek tund nîşanî êrîşên Tirkiyeyê da
13:01 Bûldan: Heta aştî, azadî û demokrasî were wê ev meş bidome
12:50 TJA'yê êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
12:44 Baroyên herêmê: Em ê piştgiriyê bidin çalakiyên demokratîk
12:42 HDP’ê li Colemêrgê start da: Em ê ji bo çareserî û edaletê bimeşin
12:31 Polîsan li Wanê avahiya HDP’ê dorpêç kir
12:15 Polîsan li Edîrneyê mudaxileyî ‘Meşa demokrasiyê’ kir
12:02 Piştî du salan testa DNA’yê derket
12:01 Erdhejê bandorek neyînî li ser gundên Kanîreş û Çêrme kir
11:52 Girtiyên siyasî yên Sîlîvrî dest bi çalakiya xwarin negirtinê kirin
11:34 Li Idlibê zingil ji bo Tirkiyê lê dide
11:24 Berî meşa HDP’ê li Colemêrgê OHAL
10:55 KCD: Bi êrîşan dixwazin meşa demokrasiyê provoke bikin
10:38 Ji bo Bradostê amadekariya operasyonê tê kirin
10:36 BTS: Sedema qezayan sîrgûn û tayînkirinên bêliyaqetin
10:11 Kanîreş bi pileya 5.6 dîsa hejiya
09:52 Polîsan avahiya HDP’a Edîrneyê dorpêç kir
09:08 ‘Bila kuştina jinan en bi gumanbar eşkere bikin’
09:07 Li Amedê 150 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
09:06 Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîranê 50 sal li pey xwe hişt
09:06 Karkerên tersxanê: Ya ji birçiya ya jî ji koronayê em ê bimirin
09:05 Xweşikiya bêhempa ya Zozanên Feraşînê
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:43 Dikandarên Cizîrê ji ber koronayê derabeyên xwe girtin
08:42 Di lêpirsîna parvekirina zayendperest de kesek din jî hat binçavkirin
08:18 Balafirên şer Kampa Mexmûr, Şengal û Qendîlê bombebaran kirin
14/06/2020
21:46 Bertek nîşanî şaredariyê dan û xwestin xwe bişewitînin
21:12 Şandeya HDP'ê li Colemêrgê bi coş hat pêşwazkirin
20:57 Li Tirkiyê 15 kesên din jî bi koronayê mirin
20:39 Herêma Egeyê dest bi 'meşa demokrasiyê' kir
20:04 Li 11 gundên Dihê qedexeya derketina derve hat rakirin Qedexeya
20:00 Pervîn Bûldan destek da Başak Demîrtaş
19:11 Polîsan 13 karker binçav kirin
18:56 Li Çewligê erdhej: Qûleya nobetê hilweşiya û birîndar hene
17:55 Ji bo vemirandina şewata li Omeriyan banga lezgîn hat kirin
17:39 Li Kanîreşê erdheja hêza wê 5.9 pile çêbû
16:59 HDP'yî li Wanê bi horonê hatin pêşwazîkirin
16:38 Kesê êrîşa zayendperest kir hat binçavkirin
16:33 ‘Em ê ji bo jiyanek azad têbikoşin'
16:04 Meşvan wê li Amedê bi awayekê bi hêz bên pêşwazîkirin
15:53 Gundê Tewlê 3 rojin di qerantînayê de ye
Welatî nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin
15:40 Rêxistinên civakî: Rojên zor bi piştevaniya civakî derbas dibin