NAVENDA NÛÇEYAN - Kesê bi navê V.M. ê li dijî Başak Demîrtaş li ser medya civakî êrîşa zayendî pêk anîbû, hat girtin.
Kesê bi navê V.M. ê li dijî Hevjîna Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş Başak Demîr li ser medya civakî êrîşa zayendî pêk anîbû û di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sakarya bi rêve bir de hat binçavkirin, sewqî edliyê hat kirin. Dadgeha Cezayê Sûlhê derbarê V.M., biryara girtinê da û şand girtîgehê.