RIHA – Meşvanên baskê Colemêrgê yên HDP’ê li Rihayê bi coş hatin pêşwazîkirin.
Meşa baskê Colemêrgê ya HDP’ê ji Amedê vê sibê bi rê ket û gihîşt Rihayê. Meşvanên HDP’yî li navçeyên Siwêreg û Cûrnê Reş bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Piştî van navçeyan şandeya HDP’ê çû Rihayê û liv ir jî hatin pêşwazîkirin. Tevî hemû astengiyan jî meşa HDP’ê ber bi Enqereyê ve didome. Dê meşa îro bigihîje Edeneyê û tê payîn sibê li Enqereyê bin.