ÇEWLÎG - Esker û polîsan li navçeya Kanîreşê ya Çewligê bi ser gelek malan de girtin. Polîs û eskeran di serdegirtina malan de 10 kes binçav kirin.
Polîsan serê sibê li Çewlîgê û navçeya Kanîreşê ya Çewligê bi ser gelek maland de girt. Polîsan li Navenda Çewligê li malan lêgerîn kirin û piştî lêgerînê welatî Ahmet Gordegir, Mahmut Pervane, Suleyman Bulut, Gîray Onder Polat û Didem Polat binçavkirin. Li navçeya Kanîreşê jî welatî Ferit Karabag binçav kirin. 7 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Çewlîgê.
Eskeran jî serê sibê bi ser Gundê Kiraçtepe yê Kanîreşê de girt û welatiyê 70 salî Abdurahim Aksoy, kurê wî Yüksel Aksoy û birayê wî yê li Stenbolê Bayram Aksoy binçavkirin.