'Çeka herî mezin yekitî ye'

  • rojane
  • 09:55 24 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Endamê MYK'a PAK’ê Hanîfî Turan êrîşên TSK'ê yên li dijî Herema Federe ya Kurdistanê rexne kir û got: "Li dijî êrîşan çeka herî mezin yekitiya neteweyî ye." 

Endamê Lijneya Rêveberiya Navêndî (MYK) ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Hanîfî Tûran, der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li Herêma Fedaral a Kurdistanê de axivî. Tûran, destnîşan kir ku Tirkiye bi sala ne êrîşî Herema Federe ya Kurdistanê dike û got: “Dema mirov li şer dinêre, şer li Bakûr e. PKK li Bakûr şer dike. Êrîşên Tirkiye serweriya hikumeta Federe ya Kurdistanê û parlementoya wê binpê dike. Ev nayê qebûl kirin. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku dest ji şer berde. Çareserî li ser maseyê pêş dikeve. Divê hemû nûnerên aliyên gelê kurd li ser wê maseyê kom bibin û pirsgirêkê çareser bikin. Çareserî bi diyalogê pêş dikeve." 
 
'HEMÛ DEWLETÊN DAGIRKER LI DIJÎ YEKÎTIYA KURDAN IN'
 
Tûran, diyar kir ku hemû dewletên ku axa kurdan dagir kirine, li dijî yekitiya kurda ne û wiha axivî: “Di referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de Tirkiye, Îran û Îraq bûn yek alî. Dixwazin hemû destkeftiyeke kurdan jî destê wan bigirin. Ji ber wê lazim e kurd li çar perçeyan bibin yek û têbikoşin." Tûran, hevhatina Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî nirxand û got: “Me di destpêkê de xwest ENKS û TEV-DEM li ser esasên Peymana Hewlêr û Dihokê ser maseyê rûnên. Îdareyeke eskerî, aborî, perwerdehî û di hemû beşên jiyanê de hevbeş ava bikin. Îro ev pêk hat. Em keyfxweş in û aliyên ku peyman îmze kirine pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev bibe destpêkek kurd li Rojavayê Kurdistane bibin xwedî statu." 
 
‘XELASÎ YEKÎTIYA KURDAN E' 
 
Tûran, da zanîn ku her partî û rêxistin di têkiliyên cîranên xwe de divê berjewendiyên gelê xwe bidin pêş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em baş bizanibin ku Suriye, Tirkiye, Îran û Iraq jî naxwazin ku kurd yekitiya xwe ava bikin. Ji bo yekitîyê xera bikin her tiştî dikin. Wê gefan jî li me bixwin û li me jî bixin. Li dijî êrîşên wan çeka me ya herî mezin yekitiya me ye. Divê em bibin yek. Kengî me xwe li ser hev ferz nekir wê yekitiya me jî ava bibe. Em ê di asta navnetewî de jî bi rumet bin. Xelasî yekîtiyî ye." Tûran, anî ziman ku ji ber hêzên navnetewî li gor berjewendiyên xwe tevdigerin li dijî êrîşên Tirkiyê bêdeng in û wiha lê zêde kir: “Dema berjewendiyên dewletan derdikeve holê nirxên mirovî û yên demokrasiyê li cihekî dimînin. Hewceye em jî berjewendiyên gelê xwe û hêzên mezin bikin yek. Wê demê dê qezenca me zêde bibe.”
 
'DESTKEFTIYÊN KURDAN LI KU PÊŞ DIKEVE ÊRÎŞÎ WIR DIKIN'
 
Tûran, herî dawî xwest partiyên li her çar parçeyên Kurdistane li dijî êrîşên dewletên cîran bertek nîşan bidin û wiha bi dawî kir: "Em weke PAK'ê ji roja ewil bertek nîşanî tevgerên dewleta Tirkiyê û Îranê didin ku dev ji êrîşên xwe berdin. Tirkiye PKK'ê ji xwe re dike hinceta êrîşan. Dema referandumê jî refarandûn kirin hincet. Her tim hincetan çêdikin. Destkeftiyên kurdan li kîjan perçeyî xurt bibin ew dê mudahaleyî wan parçeyan bikin. Bi taybet jî Îran û Tirkiye. Gengaze ku di warê siyasî de weke hev nefikirin. Lê divê em rêzê nîşanî fikrên hev bidin û em berjewendiyên gele xwe bidin pêşiya her tiştî. Wê demê dê êrîş jî bisekinin û em jî dê rizgar bin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

24/06/2020
13:21 Li Lîbyayê ji bo çareseriyê biryarên Konferansa Berlînê bibîr xistin
13:16 Dê 3 jinên kurd bi merasimekê bên definkirin
12:56 STJ: Zexîreyên talan kirin anîn Tirkiyeyê
12:55 Danişîna rojnamegeran dest pê kir: Vê şermê bi dawî bikin
12:38 5 hezar û 900 cenaze ji gorên komî derxistin
12:31 Qeyûm tayînî Şaredariya Sarûcanê ya HDP’î hat kirin
12:21 TJA'yê kuştina 3 jinên li Kobanê şermezar kir
12:21 AKP wê ji bo pakêta baroyan serdana partiyên siyasî bike
12:17 HDP û rêxistinên civakî serdana Baroya Wanê kirin
12:13 MEB’ê ‘Cejna Zimanê Kurdî’ red kir
11:56 Li Heftanînê şer dijwar dibe
11:43 Îdiaya kesek li Sûrê întîhar kiriye
10:41 Rêveberiya Xweser a Firatê: Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên êrişan e
10:36 Li Amedê hemşîreyek întîhar kir
10:27 Derbarê wan de tiştek nû nedîtin, şahiyên 8 sal berê ji wan pirsîn
10:08 Eskerek li Geverê mir
09:56 Hevseroka Dîwana Meclîsa Mexmûrê Tayboga: Armanca Tirkiyeyê fetisandina gelê kurd e
09:55 'Çeka herî mezin yekitî ye'
09:47 Gora komî ya 41 cenaze tê de ne 22 sal in nayê vekirin
09:14 Çalakgerên DYA'yî çalakî vegotin: Divê bi çavê berxwedêran heqîqet bê dîtin
09:13 Seraya xwe bi enerjiya jeotermalê germ dike
09:12 'Divê em hînî jiyana bi şewbê re bibin û tevdîrine domdirêj bigirin'
09:11 Li Cizîrê nexweşxane tije bûye
09:11 Rojnamevan Kaya: Divê ENKS helwesta xwe diyar bike; an Tirkiye an yekîtî?
09:08 Şaredariya AKP’î meheke avê nade: Ji bo ava nade 188 TL fatûre birî
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:48 6 rojnameger dê îro derkevin dadgehê
23/06/2020
23:03 Li Farqînê kesekî birayê xwe û zavayê xwe birîndar kir
22:27 Malbata Aztagaç ê HPG’yî cenazeyê xwe defin kir
20:45 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bi ser 5 hezarî ket
18:38 Reşêşka baranê Stenbol di bin avê de hişt: Kesek mir
17:49 Cenazeyê Acar li 30 nokteyan rawestandin
17:36 Malbata Aztagaç cenazeyê kurê xwe ji Meletiyê wergirt û ket rêya Amedê
16:29 Qeyûm ji bo nîşaneyên kurdî daxuyanî da
16:15 ÎHD'ê rapora 10 salan a îşkenceyê parve kir: Divê êdî îşkencekaran bê ceza nehêlin
16:14 Derbarê dosyaya hevşaredaran de biryara nepeniyê hat dayîn
15:28 Li herêmek nêzî qereqolê şewat derket
15:23 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:03 ÎHD, TTB û THÎV'ê bertek nîşanî mudaxaleya polîsan a meşê da
14:53 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk hat berdan
14:00 Sancar: Ji bo em dîwarên tirsê hilweşînin meşiyan
13:35 Şaredarê CHP’î ji peywirê hat girtin
13:26 Li Ordûyê jinek hat kuştin
13:01 Dozger îşkenceya li qereqolê nedît û îdeaname amade kir
12:55 Dadgehê doza rojnameger Dogan taloq kir
12:43 'Êrîşên li ser zimanê kurdî berdewam in'
12:41 Sekreterê Giştî yê Navenda Mafê Mirovan ê TBB’ê îstifa kir
12:33 Biryardariya serokên baroyan encam da: Meş dest pê dike
12:24 11 kesên li Çewlîkê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:08 Serokên baroyan pişta xwe dan Feyzîoglû
12:02 Girtîgehê faksa ku Yuksekdag ji Farisogûllari şand sansûr kir
12:01 'Qonax bi qonax dagirkerî'
11:46 Demîrtaş piştgirî da meşa serokên baroyan
11:36 Amîrê TEM'ê yê 22 sal ceza lê birîn serbest berdan
11:28 Hevşaredarên Sarûcanê binçav kirin
11:28 Bertekên li dijî bombebaranên TSK’ê
11:26 Kujerê Uygurlar hat binçavkirin
11:15 Cezayê birîna îlanan li Rojnameya Evrenselê hat birîn
10:57 Hesabên navxweyî yên di rêveberiya qeyûm de: Xwarzî ji kar hat girtin
10:46 Dosyayek din a îşkenceyê bê ceza ma
10:44 Bi gefa lêpirsînê hişyariya ‘Sinca giştî’ li mamosteyan kirin
10:20 7 sal şûnde derketin keşfê
10:20 Serokên baroyan: Em di binçavan de ne
10:02 Cînayeta Berkîn Elvan di rojeva DMME’yê de ye
09:56 'Mirinên jinan ên bi guman nayin lêkolînkirin’
09:16 Hunermend Çat hat berdan
09:14 6 rojnameger dê sibê derkevin pêşberî dadgehê
09:13 Li Sîlîvriyê çalakiya girtiyan didome
09:11 Tek: Hemû hêzên welatperwer dengê xwe bikin yek
09:09 Baroya Amedê: Di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye
09:09 Li ser şikeftên dîrokî avahiyeke qaçax çêkirin
09:03 Çîroka ziyareta Topagaçê
09:03 Prz.Ongor: Piştî bijîşkan hewce bi dermankirinê nedîtin nû girtî berdan
09:03 Rojnameger Meîş: Rewşa Rojava dikare ji bo Başur bibe mînak
09:02 'Bombeberankirina sivîlan nayê qebûlkirin'
09:00 ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:51 Serokê Baroya Amedê Aydin: Polîsan em bi sê qor bariyeran dorpêç kirine
22/06/2020
21:19 Girtiyê 76 salî jiyana xwe ji dest da
20:46 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 974
19:26 Malbata Acar cenazeyê keça xwe wergirt
17:05 Zeyneb Celaliyan 3 rojin di greva birçîbûnê deye
17:01 Bavê Rahşan Demîrel ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
16:55 3 jinên dibin çavande bûn hatin berdan
16:09 Bertek nîşanî astengkirina meşa parastinê dan
15:14 16 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Nisêbînê Kaya birîn
15:03 HDP: Partiya edaletê edaletê asteng dike
15:02 Operasyona li Çiyayê Cûdî didome
14:47 Li 3 bajaran mirina bi guman a 11 jinan
14:44 Li herêma Serhedê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne
14:39 Parêzerên 6 rojnamegerên girtî: Eger hiqûq hebe divê bêne berdan
14:29 Hevşaredar Nazlier nehat berdan
13:59 Beştaş: Îradeya 100 hezar parêzeran tê astengkirin
13:55 Destûr nedan çapemenî doza MÎT'ê bişopîne
13:29 Karkerê ji înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
13:23 Yilmazê ku li Qaşqolê bi birîndarî rizgar bûbû tabûrcî bû
12:43 Li Şirnexê hêj cîhaza testa vîrûsê tune
12:41 Hejmara kesên li Êlihê hatin binçavkirin derket 18’an
11:47 Qeyûmê Êlihê nivîsa bi kurdî rakir!
11:42 Ji leşkeran ji bo zozanvanan: Hûn xweşa me naçin ji wir derkevin
11:12 Meşa serokên baroyan hat astengkirin