WAN – Rexistina HDP’ê ya Wanê û rêxistinên civakî yên sivîl bi boneya piştgiriya “meşa parastinê” serdana Baroya Wanê kirin.
Rêveberên Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) a Wanê, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, ÇEV-DER a Wanê, Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Rêxistina HDP’ê ya Wanê bi boneya piştevaniya “meşa parastinê” ya baroyan çû serdana Baroya Wanê. Rêveberên baroyê serdanê li ber derî pêşwazî kirin û ji ber piştevaniyê spasiya wan kirin.
Di serdanê de behsa zext û zordestiya li ser xelkê û mafê mirovan hat kirin. Her wiha di serdanê de hat destnîşankirin ku meşa baroyan gelek watedar û girîng bûye û peyama têkoşîna hevpar hat dayîn.