Li Libyayê çi dibe?

  • rojane
  • 12:02 26 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Nivîskarê Rojnameya e-rojname Ahmet Aktaş, li ser aloziya Lîbyayê diyar kir ku piştî destwerdana Tayyip Erdogan gûr bû û got: "Li gorî nêrîna min, ne bi tenê çûyîna R.Erdogan a Libyayê, destwerdan û êrîşên wî yên hemû deverê; yên Rojava-Suriyeyê, yên Herêmên Parastina Medyayê-Qendilê, yên Mexmûr û Şengalê û hwd.bi giştî, di çarçoveya projeya DYA’yê daye destê wî de pêk tên." 

Nivîskarê Rojnameya E-rojname bi sernavê "Li Libyayê çi dibe?" cih da guncikê xwe yê rojnameyê. Aktaş, anî ziman ku ji nişka ve Libya ket rojeva raya giştî ya cîhanê û wiha got: "Erê ji mêj ve li Libyayê aloziyek mezin heye. Piştî êrîşa xedar a li ser Qeddafî û ketina wî, kaos û krîzê destpê kir. Lê wisa diyar dibe ku ew dewletên ku dixwestin para xwe ya mezin ji vê talanê werbigrin negirtin. Ev kêşeya navbera dewletên destwerdankar, ji ber ku çareser nebû, niha bêhtir mezin bûye." 
 
Aktaş, bal kişand ser rola Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a li Libyayê û wiha cih da nivîsê: "Mezinbûna û gurbûna vê kêşeyê ya niha, mirov bêje bi destewerdana R.Erdogan re destpê kir, dibe ku ne şaş be. Li gorî nêrîna min, ne bi tenê çûyîna R.Erdogan a Libyayê, destwerdan û êrîşên wî yên hemû deverê; yên Rojava-Suriyeyê, yên Herêmên Parastina Medyayê-Qendilê, yên Mexmûr û Şengalê û hwd.bi giştî, di çarçoveya projeya DYA’yê daye destê wî de pêk tên. Zemanekî bi navê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn dihat bi navkirin û naskirin. Dibe ku niha nav hatibe ji bîr kirin, lê naverok û pêşengê wê R.T.Erdogan her li ser kar e!" 
 
'MA LI BILYA PKK HEYE?' 
 
Aktaş li ser armanca êrîşkarên Tirkiye yên li herêma Federe û şandina eskeran a Libya jî rawestiya û wiha li nivîsê zêde kir: "Hadê em têdigihên, wan gotinên li ser sedemên êrîşkariyên wî yên li ser Kurdistanê û derdorên wê dibêje; ji ber ku PKK li wir e(!), ê baş e ma li Libyayê jî PKK heye? Na xêr, ger êrîşên wî yên li ser cihên din ne yekser bi DYA’yê ve girêdayî be (an jî bi dizî be) jî, lê çûyîna wî ya Libyayê, yekser bi DYA’yê ve girêdayî ye û wan şand destwerdana Libyayê. Ji ber ku dîtin Rûsya bi rêya Wagner û hwd. ve destê xwe li Libyayê xurt dike, rabûn R.T. Erdogan ê xwe peywirdar kirin û şandin ser kar!" 
 
'MESELEYA LÎBYA, BAŞÛR Û ROJVA BI HEV VE GIRÊDAYÎ NE' 
 
Aktaş bal kişand ser têkiliyên geşedanên li Libya û êrîşên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û wiha dirêjî da nivîsê: "Bêgûman vê bûyerê rojev gûr û germ kir. Sîsî û Macron jî ketin ser dika bazara Libyayê. Her çû berfirehtir bû bazarvan/bazirgan. Yewnenistan, Îtalya, Qibris, Israil û hema hemû dewletên ereb daketin bazara erasê! Helbet ev pirsgirêka Libyayê ne ji ya Başûr-Iraqê û Rojava-Sûriyeyê qut e yan cuda ye. Hemû bi hev girêdayî ne û aktorên sereke jî heman dewlet û heman hêz in. Ji ber ku Macron, xwe û Ewropa û NATO’yê rexne kir ji bo alîkariya kurdan nekirine li Rojava, DYA’yê hema bi lez kete nava liv û tevgêrê. Ji alîkî ve ji bo kurdan bêhtir bikişine cem xwe dest bi piştgriya xebata yekrêziya kurdan kir. Ji aliyê din ve destûr da dewleta faşîst û dagirker a AKP-MHP’ê, ji bo êrîşî Başûr û Rojava bike." 
 
Aktaş li ser nakokiyên li herêmê jî rawestiya û wiha dawî li nivîsê anî: "Herkes dibêjin, “ma gelo ev çi ye, ma ev ne nakok e; ji alîkî ve tu PKK û PDK’ê tînî cem hev ji bo lihevhatinê, ji aliyê din ve tu dewleta tirk û PDK’ê bi hevre dişînî ser PKK’ê û zemînê şerê PDK-PKK’ê xweş dikî?” Niha Almanya daketiye bazarê û li gel Îtalya û Rûsyayê ve, bi lezgînî dixwaze şer li Libyayê rawestîne û agirbest were çêkirin. Berî du hefteyen Merkel jî bi rêya telefonê li gel Pûtîn û Receb axivî bû, ji bo agirbesta Libyayê. Dibe ku agirbest pêk bê û dewleta tirkan ji Libyayê vegere. Wê wextê gûman xurt dibe ku ew ê giraniyê bide ser Rojava-Sûriyeyê û Başûr-Iraqê. Ew êrîşên wan ên hovane yên li ser gelê me yên vê dawiyê, dibe ku nîşanê vê ya be. Lewma divê herkes ji vê yekê re amade be! Lê ji ber ku dewleta R.Erdogan, hem li derve û hem li hundir gelek tengav bûye, ev êrîşên vê dawiyê weke nîşanên dema têkçûna hêzekê jî dide nîşandan. Ji ber ku gelek bi bêaqilî û bêexlaqî êrîş dike. Ev êrîşan nikare têkçûna wî bide rawestandin, her hildiweşe. Belê divê têkoşîn jî xurtir were kirin." 

Sernavên din

26/06/2020
19:43 Di 24 saetên dawî d hezar û 396 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:10 Deriyê KCD’ê mohr kirin
17:06 Guven: KCD kongreya gel e, hûn nikarin dilê gel mohr bikin
16:56 Li Cizîrê hat xwestin ku îşkence were sekinandin
15:56 Îranê kolberek kuşt
15:48 Hejmara binçavkiriyan derket 42 kesan
15:43 Li Rihayê serdegirtina KCD’ê hat şermezarkirin
15:15 Mentik: Tirkiye Hewler dagir kir dixwaze Silêmanî jî dagir bike
15:06 Serokkomarê Iraqê xwest Tirkiye êrîşên xwe rawestîne
15:00 KNK: Rejîma Îranê girtî Hîdayet Abdulapûr darve kir
14:38 Aydenîz banga hişyariya koronayê li xelkê Cizîrê kir
14:08 Malbatan ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:08 'Rojê 135 deqîqeyan avê didin girtiyan
13:30 ÎHD û TÎHV: Dewlet îşkenceya sîstematîk dike
13:14 Gunay: Operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya Kurdan e
12:53 TJA'yê bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinan da
12:47 Leyla Guven: Em ê serî netewînin
12:31 YNK'ê bang li Iraqê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê derkeve
12:02 Li Libyayê çi dibe?
11:27 Esker li Çoltara Pilûrê derketin operasyonê: Şer derket
11:09 Rojnameger Çelîk û Keser: Em ê nivîsandinê bidomînin
11:05 Îfadeyên leşkeran hevalên wan ên peywirê girtin e
10:57 Dozger şandina cenaze ya bi PTT'ê asayî dît
10:18 Hevşaredar Zirig: Yên ceza kirin niha ji doza FETO girtî ne
10:17 Rojnamegerê hevpeyvîna wî hat sansûrkirin: Ne bi ‘terorê’ re bi kurdan re têdikoşin
10:06 Li Xerpêtê gundek kirin karantînayê
09:58 ‘Parastin winda bike dê hemû civak winda bike'
09:25 Şaredarê tayinkirî yê Rezanê du qat zêdetirî budçeyê pere xerc kiriye
09:13 'Kurd dikarin bi sê hevokan jî yekîtiya xwe pêk bînin...'
09:13 Piştî UNESCO rapor xwest, wezaret jî dixwaze pêkanînên li Sûrê li mewzûatê bîne
09:12 Ji ber HES'an dar hew fêkiyan jî digirin
09:11 Da dû xeyala xwe ya zarokatiyê û bi ser ket
09:10 ‘Dibe ku ji ber ezmûna vîrûs berbelavtir bibe'
09:10 25 sal in li hestiyê kurê xwe digere: Nediyarî mirovan qehr dike
09:09 Meclîsa Îştarê: Divê her kes berpirsiyariyê bidin ser xwe
09:00 ROJEVA 26'E HEZÎRANA 2020'AN
08:40 Di serdegirtina KCD û malan de gelek kes hatin binçavkirin
08:16 Gundiyan şewata li Cûdî vemirandin
25/06/2020
21:48 Hevşaredarên Awîskê girtin
21:06 Hezar û 458 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
20:46 Şengalî û Silêmaniyan kuştina 3 jinên li Kobanê şermezar kirin
20:15 Teyareyan li Silêmaniyê seyranegeh bombe kir: 3 welatî jiyana xwe ji dest dan
17:30 'Erdogan daye ser şopa Hîtler'
17:17 Bersûcê îstismarê negirtin
16:28 Balafirên şer Bradost bombebaran kirin
16:02 Beştaş: Qeyûman projeyên şaredariyên HDP'ê betal kirin
15:43 Rojnamegerê ku karîkaturê Tahîr Elçî parve kiribû ceza kirin
15:27 ‘Ez ê dev ji xwesteka edaletê bernedim’
15:26 Li Rihayê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
15:11 Xebatkarên tenduristiyê: Êdî bila canek din nemire
14:46 Di erdheja Wanê de gelek avahî û axuran xesar dît
14:30 3 jinên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn
14:29 AYM’ê serlêdana Guven û Farisogûllari red kir
14:21 Oluç: AKP dixwaze baro ji îqtîdarê re îteat bikin
13:51 Mezlûm Ebdî li gel Hevserokê YNK'ê hevdîtin pêk anî
13:48 Li Enqerê 452 xebatkarê tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:44 Serava Wanê bi hêza 5.4 pêlan hejiya
13:32 Doza Redhackê hat dîtin: Qedexeya derveyî welat nehat rakirin
13:31 Li Heftanînê gelek leşker birîndar bûn
13:31 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bi tu awayî agahî ji birêz Ocalan nagirin
13:23 Odeya Bîşkan a Amedê: Wezareta Tenduristiyê rastiyê nîşan nade
13:17 'Li Tirkiye mirov têne revandin'
13:12 Bi pankartê bertek nîşanî operasyonên leşkerî dan
13:11 Testa koronayê ya girtiyê nexweş pozîtîf derket
13:03 Hevşaredarên Awîskê derxistin edliyê
13:01 Îranê kolberek din qetil kir
12:33 Girtiyê nexweş nabin revîrê
12:07 Li Girtîgeha Mêrdînê girtî li dijî binpêkirinên mafan ketin greva birçîbûnê
12:04 Eskerê ku kuştina Erhan Gorur qebûl kir hat berdan
12:00 Cezayê Hevşaredarê Periyê Çelebî hat erêkirin
11:31 KBDH: Kobanê girêkek di qirika dewleta dagirker de maye
11:29 Hesen: Jinên xeyalên Tirkiyeyê asteng kirin di hedefê de ne
11:28 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Bedîa Menteşe çima întîhar kir?
10:43 Wêneyê 7 sal berê kirin sedema girtinê
10:15 Girtiyên di heman kogûşê de dimînin enfeksiyon girtin
09:21 Jin hem hildiberînin hem jî çanda xwe diparêz in
09:20 Serokê Baroya Êlihê yê berê: Pergal bê guhertin dê îqtîdar jî têk biçe
09:20 Daraz betal dike, rêveberî li ber xwe dide!
09:19 Şaredariya Qersê piştevaniya civakî xurt dike
09:18 Vokalê Kazim Koyûncû: Di muzîkê de şoreşek pêk anî
09:17 ‘Wê notirvan mafên bingehîn bin pê bikin'
09:17 Kanên komirê ava çem qirêj dikin
09:03 'Kurd bibin yek dikarin bibin xwedî statû'
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:40 KNK'ê komkujiya Helîncê şermezar kir: Em ê li ber xwe bidin
24/06/2020
22:05 3 rojnamevan hatin berdan
21:47 Li 21 siyasetmedarên kurd 148 sal ceza hat birîn
20:15 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: Hezar û 492 pêketî, 24 mirî
16:40 Jinan Dosyeya Hevserokatiyê eşkere kir: Em ê dest ji temsîlyeta wekhev bernedin
15:57 Jin û ciwan: Tişta ku DAIŞ temam nekir, Tirkiye temam dike'
15:56 Rojnameger Çelîk: Em di wîjdanê civakê de beratkirî ne divê dadgeh jî hiqûqê pesend bike
15:55 6 sal ceza dan Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig
15:26 Li Minbic û Efrînê teqîn çêbûn: Mirî û birîndar hene
15:09 Danişîna doza Denîz Yucel hat dîtin
14:32 ‘Em ê vîna xwe radestî qeyûman nekin’
14:30 Jinên Qamişloyê xwestin Tirkiyeyê bê cezakirin
14:05 Biryara dadgehê bi 'Bijî Serok Apo' şermezar kir
13:43 Ebdi: Sûîqast berdewama polîtîkaya komkujiyê ye
13:30 DBP û KCD’ê êrîşa li Kobanê şermezar kirin