AMED - Endama Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Rojbîn Çetîn, di çarçoveya lêpirsîna der barê KCD'ê de hat binçavkirin.
Endama Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk (KCD) û endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Çetîn jî di di çarçoveya lêpirsîna der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hat binçavkirin. Polîsan êvarî avêt ser mala Çetînê û ew binçav kirin. Hat hînbûn ku Çetînê birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê da destpêkirin de heya niha 44 kes hatine binçavkirin.