NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê, ıro ji ber şewba vîrûsa koronayê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, hezar û 372 kes bi vîrûsê ketin.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gorî danayên Koca îro 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, hezar û 372 kes bi vîrûsê ketin.
Bi vî awayî hejmara kesên heya niha li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 82'an û hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî, gehişt 195 hezar û 883'yan.