ENQERE - HDP'ê, Kampanya Malbatê ya Xwişka û Bira ya di çarçoveya şewba vîrûsa koronayê de dabû dest pê kirin bi dawî kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kampanya Malbatê ya Xwişka û Bira ya di çarçoveya şewba vîrîsa korona (Kovîd-19) di meha Adarê de dabû dest pê kirin, bi dawî kir. Koordînasyona Kampanyayê ya HDP'ê derbarê bi dawî kirina kampanyayê de daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: "Me Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira bi awayekê serkeftî temam kir. Em ji bo hemû kesên piştgirî dan kampanyeya me spasiyên xwe pêşkêş dikin. Em ji îro û pê ve kampanya xwe bi dawî dikin."