AMED - Eskeran li gundê Zorava yê navçeya Sûrê yek jê zarok 4 welatî binçav kirin.
Eskeran di saetên serê sibê de bi ser gundê Zorava yê navçeya Sûra Amedê de girtin û avêtin ser malan. Hat zanîn ku eskeran li malan lêgerîn pêk aniye û kelûpelên malan belav kirine. Piştî lêgerînê Tacettîn Kardaş (52), Feyzî Çetîner (51), Halîl Aslan (25) û R.K. ê 17 salî binçav kirin.
Hat zanîn ku eskeran heqaret li R. K. û Halîl Aslan kirine û li wan xistine. Hat diyarkirin ku eskeran dest danîne ser wêneyên zarokên Tacettîn Kardaş ên PKK’yî ku jiyana xwe ji dest dane û li gel xwe birine. Nehat zanîn ku welatî ji bo çi hatine binçavkirin û niha li Fermandariya Cendermeyan a Amedê tên ragirtin.