NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê îro jî hezar û 293 kes bi şewba Covîd-19'ê ketine û 16 kes jî jiyana xwe ji dest daye.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.
Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 16 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 293 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 199 hezar û 906 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 131.