* Kesên astengdar gotin: "Bila dilê kesî bi me neşewite, tenê bi rêz û hurmet tev bigerin bes e."
* Li Dersimê 5 xwendekarên zanîngehê ji ber ku tev li çalakiya ji bo dîtina Gulîstan Dokûyê bûne ji wargeha xwendekaran hatine avêtin.
* Li Bodrûmê li şantiyeyên înşeatan herî kêm 10 karker li cem hev dimînin. Karker Harûn Bîngul destnîşan kir ku şert û mercên tê de ne ên koletiyê ne û got, ne sîgorteya wan ne jî temînatek wan heye.
* Endezyarê Çandiniyê Kûtsî Yaşar, diyar kir ku li Rojhilatê Behra Reş ji ber têkoşîna li dijî kêzikên çandiniyê hin cureyên kêzikan zêde bûne û got, di têkoşîna li dijî kêzikan de divê çareyên li gor hevsengiya xwezayê bên peydakirin.
* Hevserokê DAD'ê Mûsa Kûlû ji bo Komkujiya Sêwazê ku 33 nivîskar, hozan û bîrewer hatin şewitanin û kuştin got, di dîroka Tirkiyeyê de wekî "roja reş" cihê xwe girtiye. Kûlû, got: "Feraseta ku wê rojê digot 'em şerîatê dixwazin' û bi saxî mirov şewitandin, mixabin îro misteşar, wezîr û rêvebiriên îqtidarê ne."
* Endezyarê Înşeatê Farûk Gorunuş, anî ziman ku li Wanê ji ber erdhejên berê piraniya avahiyan xesar dîtiye û kesên li vira dijîn ser vê rastiyê digirin û got: "Heger erdhejek çêbibe dibe ku gelek avahî hilweşin. Divê tevdîr bên girtin."
* Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca piştî civîna Desteya Zanistê dê daxuyanî bide.
* Danişîna doza Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji ber daxuyaniyên derbarê Efrînê de da û xebatên kongreyê birêve biriye tê darizandin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (10.00)
* Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş dê derbarê geşedanên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* ÎHD, OHD, ÇHD Û TÎHV dê derbarê Dîdem Akman û Ozgur Karakaya yên di rojiya mirinê de daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.30)
* Komeleya Hawîrdorê ya Mûnzûrê ji bo serokê xwe Alî Ekber Barmagiç ê di binçavan de ye li ÎHD’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)
* Komeleya Piştevanî û Alîkarî ya Malbatên Girtiyan a Marmarayê dê têkildarî binpêkirina mafan ên li girtîgehan li avahiya xwe ya Aksaraya Stenbolê civîna çapameniyê li dar bixe. (13.00)
* Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê dê ji bo Rojbîn Çetîn a hat îşkencekirin dê li ber Opera Sureyya ya Kadikoyê daxuyanî bide çapemeniyê. (19.00)