Dr. Saglam: Asayîbûn çênebûye, nexweşîn neqediyaye

  • rojane
  • 09:20 2 Tîrmeh 2020
  • |
img

MÊRDÎN - Hevserokê Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Osman Saglam diyar kir ku piştî "pêvajoya asayîbûnê" hejmara pêketiyan zêde bûye û got: "Hê asayîbûn çênebûye, nexweşîn neqediyaye." 

Piştî pêvajoya "asayîbûnê" tevdîrên ji bo şewba Covîd-19'ê sist bibûn. Piştî vês istbûnê bi taybetî li Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Amedê hejmara pêketiyan zêde bû. Li Mêrdînê bi taybetî piştî 1'ê Hezîranê hejmara pêketiyan sê qat zêde bû. Niha li bajêr nêzî 250 kes ji ber şewbê li nexweşayan tên tedawîkirin. 
 
Hevserokê Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Osman Saglam, rewşa li bajêr nirxand. 
 
BERIYA ASAYÎBÛNÊ Û PIŞTÎ ASAYÎBÛNÊ REWŞA MÊRDÎNÊ 
 
Saglam, destnîşan kir ku pêvajoya pandemiyê bi awayekî veşarî hatiye birêvebirin û got, ji bo daxilî nav pêvajoyê bibin Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê ava kirine û ji bo vê jî bankeya daneyan çêkirine. Saglam, anî ziman ku daneyên ku wan bi dest xistine û yên fermî li hev dernayên û got: "Daneyên bi dest me diketin 2 qat an jî 3 qat zêdetirî yên fermî bûn." 
 
Saglam, diyar kir ku pêvjo divê wekî beriya asayîbûnê û piştî asayîbûnê bê nirxandin. Saglam, bilêv kir ku hikûmetê têgiha "asayîbûnê" bi zanebûnî bi kar aniye û got: "Asayîbûn an sistkirin? Pêvajoya asayîbûnê wekî pêvajo qediyaye, pandemî nemaye tê famkirin. Mixabin me tenduristkaran û gel xwe di nav vê rêgiha asayîbûnê de winda kir. Niha li Mêrdînê li gor meha Gulanê hejmara pêketiyan 2-3 qt zêdetir bûye."
 
Saglam, destnîşan kir ku li bajêr di demên dawî de tenê di rojekê de di 120 kesî de şewb hatiye teşxîskirin û ev yek teqabulî hejmara hefteyekê ya meha Gulanê dike. Saglam, anî ziman ku piştî pêvajoya "asayîbûnê" ji metrepolan gelek kes hatine û di zêdebûna hejmara pêketiyan de bandora vê yekê jî heye. Saglam, destnîşan kir ku bi taybetî jî di nav ciwanan de zêdetir bûye û sedema vê jî esasnegirtina îzolasyoan civakiyî ye. Saglam, diyar kir ku vebûna kafeyan, vebûna deverên xebatê hejmar zêdetir kiriye. 
 
Saglam, destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze "pergala keriyê" li ser gel pêk bîne û got: "Nexweşînek heye, em baş pê nizanin. Lê tu rabî li ser wê ehsibane domdirêj bikî ne rast e. Niha gel be rbi xetereyê ev tê şandin. Gel bi patojeneke ku pê nizane çi ye re rû bi rû dimîne. Ev jî kir ku hejmar zêde bibe. Em der barê vê patojenê de pir bi tişkî nizanin. Lê em dizanin ku di nexweşên ciwan de zêde dibe. Êdî semptomên enxweşan girantri in. Pergala keriyê ji bo nexweşîneke wekî Covîd-19'ê ne guncan e." 
 
Saglam, anî ziman ku hikûmetê bi zanebûnê ev pergala kerîbûnê xistiye dewrê û têgiha "asayîbûnê" jî bi zanebûnî bi kar aniye û bal kişand ser krîzeke aborî ya giran. 
 
‘ASAYÎBÛN ÇÊNEBÛYE' 
 
Saglam, bal kişand ser pêşniyarên Rêxistina Tenduristyê ya Cîhanê (WHO) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) yên der barê pandemiyê de û got, "pergala keriyê" ne guncan e. Saglam, destnîşan kir ku loma divê tevdîr bidomin û got, divê projeyên wekî "îzolasyona civakiyî û dimaldemayînê" bidomin. Saglam, bilêv kir ku rojên bixetere li benda Tirkiyeyê ne û got: "Nexweşîn neqediyaye. Hê asayîbûyîn çênebûye. Di Gulan û Nîsanê de me çawa tevdîrên xwe digirtin divê em niha jî bi heman awayî bidomînin." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

02/07/2020
11:05 Deyndêran bi hêczê girtin ber derî: Şaredariya ku di nav deynan de ritimiye hat valakirin
10:37 Melet: Berpirsê mirina penaberan îqtîdar e
10:17 Rojnameger Qehreman 6 roj in di bin çavan de ye
10:15 Mexdûrên Lehiyê: Me canê xwe bi zorê xelas kir
10:10 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Êşa Sêwaz û Çorûmê hîn kêm nebûye
10:04 Ji 309 girtiyên serî hildan 5 hezar û 871 sal ceza dixwazin
09:57 Dîrekên lembeyan li dijî vehûna dîrokî hat dîtin
09:55 Cotkar wê ecûrên pere nakin êdî neçinin
09:46 Eskerên Iraqê li Zaxoyê bi cih bûn
09:26 ‘Îşkencekirina Rojbîn Çetîn konseptek nû ye’
09:23 ‘Îşkenceya li Çetînê kirin li rûmeta mirovahiyê hatiye kirin'
09:22 Piştî giştînameyê jî eywanên dawetan venebûn
09:22 Zebzeyên kom dikin li kesên lazimiya wan heye belav dikin
09:21 Piştî komkujiyê îstifa kir, careke din neçû Sêwasê
09:20 Dr. Saglam: Asayîbûn çênebûye, nexweşîn neqediyaye
09:20 Beriya qeyûm 10 hezar pirtûk bûn, piştî qeyûm 300 pirtûk man
09:19 Komên çekdar li Rojava berê jinan dikin hedef
09:18 Tespîta vîrûsê dikin lê tedbîrê nagirin
09:18 Tona kayê li zeviyê 450 tl li bazarê 700 tl ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2020'AN
01/07/2020
20:16 Hejmara pêketiyan 200 hezarî derbas kir
16:18 'Bi HES'an bîra civakê û gelan tune dikin'
16:10 Eskeran li Pasûrê agir bi daristanê xist
15:51 Li Şaredariya Mêrdînê bêrêbazî û nelirêtî derketin holê
15:45 Parazvanên mafên mirovan: Tirkiye bûye warê îşkenceyê
15:00 Polîsan daxuyaniya ji bo girtîgehan asteng kir
14:47 Xwestin serokê wan were berdan
14:28 Serokê komîsyonê daxwaza serokên baroyan a tevlêbûna civînê red kir
14:14 Jinên elewî yên li Madimakê hatin qetilkirin bibîr anîn
14:04 Hatîmogûllari: Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat
13:30 Parlamenterên HDP’ê bi cubeyên xwe bang kirin: Teklîf darbeya li dijî parastinê ye
12:47 Ji bo doza Leyla Guven dê şahid bi zorê bibin dadgehê
12:00 Erdogan, Pûtîn û Rûhanî ji bo Sûriyeyê li hev dicivin
11:54 'Heta agir geş bibe dê bîra me zindî be'
11:44 ‘Xwarin û ava nepaqij didin girtiyan’
10:59 Piştî bi mehan şewb hat bîra MARSÛ’yê zema avê paşde xist
10:25 Dozger hewce bi şopandina kuştina 7 gundiyan nedît
09:51 Li Antalyayê polisan endamekî Malên Gel binçav kirin
09:20 Ji sibê heta êvarê li benda firotina satilek mast in
09:14 'Avahiyên talûke vedişêrin'
09:12 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Feraseta wê rojê niha îqtidar e
09:12 'Hevsengiya xwezayê biparêzin'
09:11 Cihê wan teng e û nikarin rakevin
09:10 Rêveberiyê 5 xwendekarên aqûbeta Dokû pirsîn ji wargehê avêt
09:10 Astengdar: Tenê hurmetê nîşan bidin bes e
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2020'AN
30/06/2020
21:59 Mihên ketin ber lehiyê mirin
21:19 Agir bi devereke Çiyayê Gabarê ket
20:53 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatin binçavkirin
19:47 16 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:53 Dema binçavkirina Çetîn a hatibû îşkencekirin dirêj kirin
16:50 30 baroyan banga 'Mîtînga Mezin' kirin
16:28 Parlamenterên HDP’ê: Em di 2’ê tîrmehê de li Sêwazê ne
16:08 Ji malbata Ozkûr ê di şer de jiyana xwe ji dest da bû ‘tezmînat’ xwestin
15:50 Leyla Guven li dozgeriyê îfade da
15:35 Xwediyê Weşanxaneya J&J Azad Zal hat girtin
15:08 Polîsan mudaxaleyî parastine kirin
14:41 Rapora ‘Welatiyên Tirkiyeyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane’
14:32 KCD: Dayika Makbule di bin rîskek mezin de ye, serbest berdin
14:25 Buldan: Operasyona KCD'ê dijminantiya kurdan nîşan dide
14:11 Bertekên li dijî îşkenceya bi kuçik didomin: Rêbaza Esat Oktay e
14:10 Li Mereşê 5 kes hatin binçavkirin
14:10 HDP’ê ji saziyên navneteweyî re 3 name şandin
13:47 TJA Zeynep Kinaci bi bîr anî
13:33 Serokê Bajar ê AKP’ê xebatên Şaredariya Rezan kontrol kir
13:11 Dozgeriyê 5 fezleke şandin meclîsê
13:03 Ragihandina Jinan encama konferansê aşkere kir:
YRJ dê di şopa heqîqetê de bibe dengê şoreşê û pêşengê avakirina paradîgmaya neteweya demokratîk
12:46 'Mîtînga parastinê' ya hiqûqnasan dest pê kir
12:10 Pêşniyara pir-baro pêşkêşî meclisê hat kirin
12:10 MMO: Arîn Zumrut serbest berdin
11:54 Xebatên dîtina keştiya noqî avê bû didomin
11:38 Gergerlîoglu: Wezîr agahiyên şaş dan
10:57 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:57 Li Xerpêtê qeza: 4 karkerên demsalê birîndar bûn
10:47 Çînê ‘Qanûna Ewlehiya Neteweyî’ erê kir
10:17 Rojnameger Bulut: Polîsan 2 saetan ez li nava Amedê gerandim
10:16 FED: Bi awayekî awarte aboriya Amerîkayê di rewşeke ne diyar de ye
10:07 Xwest bûyerên întîharê yên li Çewlîgê bên lêkolînkirin
10:07 Jinên rojnameger Yekîtiya Ragihandina Jinan ava kirin
09:58 Polîsan li Bismilê 6 kes binçav kirin
09:51 Mamosteyan li dijî dagirkeriyê dest bi kampanya îmzeyan kirin
09:45 Li Amedê yek jê zarok 4 kes hatin binçavkirin
09:14 Nûnerên partî û rêxistinan: Têkoşîna hevpar xurt bikin
09:13 'Tazmînata kidemê mertala karkeran e'
09:12 Qeyûm meaş daye ên nexebitîne jî!
09:11 'Dengê Ebrû û hevalên wê bibihîzin'
09:11 Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê: Pêşî li DEDAŞ'ê bigirin
09:10 Armanca wê li her deverê reng û dengê jinê hebe
09:09 Zarok di nava sergoya 40 salî de dilîzin
09:09 Berê hezar lîre cîro dikirin niha nikarin sîfteh bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
08:14 Rojnameger Bulut serbest berdan
29/06/2020
22:09 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek û 22 kes hatin girtin
20:48 Rojnamevan Kara hat berdan
20:23 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 115
19:28 Di lêpirsîna KCD'ê de 4 kesên din jî hatin girtin
19:17 Polîsan nehişt stranbêj daxuyaniyê bidin
18:43 Polîsan destûr nedan rojnameger Mazlum Erencî bibîr bînin
16:03 Ji jinên elewî bîranîna Komkujiya Sêwasê
15:59 Rêxistinên hiqûqî banga tevlîbûna ‘mîtînga parastinê’ kirin