AMED - Li Taxa Zorava ya Sûrê, 4 kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li Taxa Zorava ya navçeya Sûr a Amedê, Tacettîn Kardaş ê 52 salî, Feyzî Çetîner ê 51 salî, R.K. ê 17 salî û Halîl Aslan ê 25 ên di 30'ê Hezîranê de li gundê Zorava yê navçeya Sûra a Amedê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin hatin berdan. Hat hîn bûn ku eskeran 4 welatî ji ber parvekirinên medya civakî yên sala 2014 û 2015'an binçavkirin e û piştî îfadeyên wan hatin girtin, serbest hatin berdan.