ENQERE – Parlamenterê CHP’ê Mahmût Tanal bi gumana vîrûsa koronayê rakirin nexweşxaneyê.
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Mahmût Tanal di kêliya hevdîtinên li ser guhertina pergala baroyan a li Meclîsê nexweş ket û ew rakirin beşa revîrê ya Meclîsê. Testa koronayê ya Tanal hat kirin. Pişt re wî bi gumana koronayê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku qirik wî diêşe û xwêdan daye. Qoltixê Tanal lê rûniştibû jî hat dezenkfetkirin.